ROJEVA 4'Ê ADARA 2023'YAN 2023-03-04 09:00:02     * Dayikên Aştiyê ji ber ku ku gotin desthilat divê ne ji bo şer, ji bo herêmên erdhêjê seferber bibe, ketin ber lêpirsînê. Dayikan destnîşan kir ku çi dibe bila bibe dê her tim doza aştî û piştevaniyê bikin.    * Serokê Odeya Dermanfiroşan a Odeya Wan-Bedlîs-Colemêrgê Hayrûllah Fîkret Baransel da zanîn ku dermanfiroş li herêma erdhejê xizmetê bêheq dikin û got ku ji bo çareseriyeke mayinde divê piştgiriya dermanfiroşên li herêmê bê kirin.    * Welatiyan diyar kir ku wêraniya ji ber erdhejê çêbûye, ne "qeder", paşguhkirina desthilatê ye û gotin ku divê Erdogan "îstifa bike."    * Halil Îbrahim Akan ku bi cezayê darvekirinê hatiye darizandin û 20 salan di girtîgehê de maye, diyar kir ku di erdhejê de xaniyê wan jî hilweşiyaye û hevjina wî di bin kavilan de jiyana xwe ji dest daye. Akan got: "Latek min û Fatek min hebû, lat jî çû Fat jî çû..."   * Mexdûrên erdhejê yên li Meletiyê ku hê jî ji bo mayinê cihekî wan tune ye, bertek nîşanî Serokkomarê AKP'î Erdogan dan û gotin: "Mirov li ser betonê radizên, helaliya çi?"   * Zelîha Karinca ku piştî tirsa ewil a erdhejê ji ser xwe avêtiye û tevlî tora dilxwazan bûye, got: "Hûn ji mirinê rizgar dibin û hûn li kesekî digerin ku xwe bisipêrinê. Ew destê bi ber we ve pir hêja ye."    * Li gundê Qeman ê navçeya Elbistanê ku ji erdhejê bi bandor bû bi pergaleke xweser a di pêşengtiya jinan de hatiye avakirin birîn tên pêçandin. Muxtar Sîdar Yildiz a bi hêza çareseriyê dibe mînak wiha got: “Em bi pergaleke demokratîk hilberîna di cih de esas digirin.”   * Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 712’emîn de li ber Edliyeya Rihayê berdewam bike.    * Dayikên Şemiyê di hefteya 936’emîn a çalakiya xwe de ji bo aqubeta windakiriyên xwe bipirsin û bixwazin faîl bên darizandin wê li ser înternetê daxuyaniyekê bidin. (12.00)   * Malbatên Windakiriyan û ÎHD wê çalakiya xwe ya “Bila windakirî bên dîtin faîl bên darizandin” li Amed û Êlihê bidomînin. (12.00) ZINDΠ   * Komîsyona Girtîgehên Şaxa ÎHD’a Stenbolê dê di hefteya 571’emîn a “Rûniştina F’yê” de li ber komeleya xwe daxuyaniyê bide çapemeniyê. (13.30)   * Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş dê li ber Şaxa ÎHD’a Enqereyê daxuyaniyê bide. (13.30)   * MYK’ya HDP’ê ji bo geşedanên siyasî binirxîne wê bi awayekî awarte bicive. (14.00)