Serokê Odeya Dermanfiroşan Baransel: Divê piştgiriya dermanfiroşan bê kirin 2023-03-04 09:01:34 WAN - Serokê Odeya Dermanfiroşan a Odeya Wan-Bedlîs-Colemêrgê Hayrûllah Fîkret Baransel da zanîn ku dermanfiroş li herêma erdhejê xizmetê bêheq dikin û got ku ji bo çareseriyeke mayinde divê piştgiriya dermanfiroşên li herêmê bê kirin.    Odeya Dermanfiroşan, piştî erdhejê demildest derman ji herêmê re şandin û li 11 bajaran bi giştî 26 dermanxaneyên sahrayê vekirin. Odeya Dermanfiroşan bi înîsyatîfa xwe bêheq xizmeta gel dike. Serokê Odeya Dermanfiroşan a Odeya Wan-Bedlîs-Colemêrgê Hayrûllah Fîkret Baransel anî ziman ku dermanxaneyên sahra ne çareyeke mayinde ne û got ku divê dermanfiroşên li herêmê bên çalakkirin.    28 DERMANXABEYÊN SAHRAYÊ   Baransel diyar kir ku li 11 bajaran 26 dermanxaneyên sahrayê vekirine û got ku van dermanan jî ji kîsê xwe stendine. Baransel bilêv kir ku hevpîşeyên wî li vir bi awayekî dorveger bi dilxwazî xizmetê dikin û got: "Di vê pêvajoyê de me tenê di warê dermanan de xizmet nekir. Ji amûrên paqijiyê yên jinan bigirin heya amûrên zarokan me gelek tişt gihandin mexdûrêne erdhejê. Me li vir înîsyatîf wergirt, me xwe da ber vî barî. Dibe ku kêmasî çêbûbin, lê ji destê me çi tê em dikin."    'BIRYARA SGK'ê RAST E, LÊ KÊM E'   Baransel destnîşan kir ku êdî divê hêdî hêdî dermanxaneyên li herêma erdhejê bên çalakkirin û got: "Ji lew re ev pergal bi vî awayî nameşe." Baransel bal kişand ser fiyetê dermanan jî û got ku SGK'ê piştî karesatê daxuyaniyek daye û gotiye "ji sedî 20 tevahiay paya muayeneyê taloq dikin" û wiha domand: "Ev biryareke rast e, lê kêm e. Ji bo ferqa fiyetan tu guherîn nehatin kirin. Di vê heyamê de ku derman nayên peydekirin, di navbera welatiyan û dermnafiroşan de hin problem rû dan."    'DIVÊ JI BO DERMANFIROŞAN CIH BÊ PEYDEKIRIN'   Baransel axaftina xwe wiha domand: "Ji lew re welatî nikarin ferqa fiyetan bidin. Û wisa xuya dike ku dermanfiroş jî bêyî ferqa fiyetan nikarin xizmetê bidomînin. Bi taybetî ji bo dermanfiroşên li heêrma erdhejê cardin bên çalakkirin divê meseleya ferqa fiyetan bê çareserkirin. Meseleyek din jş, divê ji bo hevpîşeyên me yên ku bixwazin dermanxaneyan vekin cih bê peydekirin û piştgiriya wan bê kirin."    Baransel di dawiya axfatina xwe de bilêv kir ku li seranserê Tirkiyeyê di warê peydekirina dermanan de pirsgirêk heye û got ku nebûna dermanan gihîştiye ji sedî 30'yî.