'Mirov li ser betonê radizên, helaliya çi?' 2023-03-04 09:13:30 MELETÎ - Mexdûrên erdhejê yên li Meletiyê ku hê jî ji bo mayinê cihekî wan tune ye, bertek nîşanî Serokkomarê AKP'î Erdogan dan û gotin: "Mirov li ser betonê radizên, helaliya çi?"   Li Meletiyê ku bandor ji erdhejên Mereşê girt, li gor daneyên walîtiyê herî kêm hezar û 154 kesî jiyana xwe ji dest daye, 6 hezar û 942 kes birîndar bûne û hezar û 154 avahî jî bi temamî hilweşiyane. Welatiyan anî ziman ku hê jî li bajêr meseleya hêwirandinê nehatiye çareserkirin û gotin ku dewletê hê jî pirsgirêka hêwirandin, kon û lazmatiyên sereke çareser nekiriye.    Samî Soyşen ku avahiya wî di erdheja duduyan de hilweşiyaye, destnîşan kir ku ji roja ewil a erdhejê ve li holê tu rayedar nedîtine. Soyşen got: "Li hundir bi hezaran eşyayên me hene. Em nikarin wan derxin. Mirov cihekî ku lê bimînin peyde nakin. Madem nikarin tiştekî bikin, bila kavilan rakin. Eşyayên me yên biqîmet di hundir de ne. Vê jî nakin. Ji bo rakirina kavilan jî tiştek negotine. Em werê li derve mane. Meheke tiştek jî negotine. Dertên diaxivin, lê em tiştekî nabînin. Alternatîfekê nadin ber me. 5 malbat dê çawa li cihekî bimînin. Em bi vê jî razî ne, lê bila çareyekê peyde bikin. Keyayê taxê xuya nake, em li qeymeqam digeirn bersivê nade."    Zeynep Surucuyê jî anî ziman ku 25 rojan li ser qartonê radizê û got ku lihêfek wê jî tune ye. Surucuyê bilêv kir ku ji bo cihekî mayinê serî li gelek cihan daye û got: "Niha jî hewl didin me ji konên me derdixin. Polîs bi copan me derdixe. Ka ev hikûmet? Ji roja ewil heya niha dewletê tiştek jî nedaye me. Ên alîkarî kirin jî karsaz bûn. Lê alîkariyên wan jî nedan me. Alîkariyên ji bo me hatin xistin depoyên AFAD û Kizilayê. Bi rojan e ez li ser qartonê radizêm. Dewlet qet nehat, her kes li vir bû, lê dewlet ne li vir bû. Mirovan berf helandin û pê ji zarokên xwe re mama çêkirin. Me tu kesî li vir nedît, dewlet kî ye? Me şaredar nedît, me walî nedît... me tu kes nedît! Dibêjin 'em li cem mexdûrên erdhejê ne, em wiha wiha dikin.' Bi gotinê nabe, emel lazim e. Hikûmetê rê me da ku vê carê divê em çi bikin."    Hasan Taşçi ku li Taxa Yûvali ya Wêranşara Meletiyê dimîne diyar kir ku piştî erdhejê bi 3-4 rojan alîkarî ji bajarên derdorê hatiye û got: "Piştî erdhejê gelek ke ji gund çûn. Dewletê tu alîkairya me nekiriye. Pêdiviya me bi konan heye. 5-6 kon tenê ji me re hatine. Ew jî bi helîkopteran hatin avêtin."    Taşçi ji bo daxuyaniya Erdogan ku gotibû "Ez dixwazim heqê xwe li min helal bikin" got: "Bi sedan mirov mirin. Xanî bi ser serê mirovan de hilweşiyan, radibe dibêje heqê xwe helal bikin. Helaliya çi? Xaniyê camêr hilweşiyaye, zar û zêçên wî mirine, li derve di vê sermayê de li ser betonê radizê, tu radibî dibêjî heqê xwe helal bikin. Tu, wekî dewlet ne li vir bûyî."   MA / Rûken Polat