‘Hûn ji mirinê rizgar dibin û hûn li destekî ku pê bigirin digerin' 2023-03-04 09:18:12   SEMSÛR - Zelîha Karinca ku piştî tirsa ewil a erdhejê ji ser xwe avêtiye û tevlî tora dilxwazan bûye, got: "Hûn ji mirinê rizgar dibin û hûn li destekî ku pê bigirin digerin. Ew destê bi ber we ve pir hêja ye."    Semsûriyên ku ji roja ewil a erdhejê ve ji aliyê dewletê ve bi tenê hatine hiştin, tevî vê karesata mezin jî daxilî nava torên dilxwazan dibin û hewl didin birînên xwe bicebirînin.    ‘MIN KES NEDÎT'   Zelîha Karinca (51) ku daxilî nava xebatên jinûveavakirinê bûye, anî ziman ku gava erdhej sekiniye zûzûka extiyarên malê derxistiye derve û got: "Gava derketim derve, ez rastî karesateke mezin hatim. Dîwarên xanî hilweşiyabûn, hin avahî bi temamî hilweşiyabûn. Baran dibariya. Telefon nedixebitîn. Me nikaribû xwe bigihîne xizmên xwe. Ez li ambulans, esker, polîsan geriyam lê min tu kes nedît."    Karincayê bilêv kir ku heya roj hilatiye li derve bûne û got ku paşê demildest berê xwe dane gund. Karincayê anî ziman ku gava çûne gund 6 malbat di xaniyekî de mane û got ku ji lew re li bajêr tu tiştekî mirovan nemaye. Karincayê da zanîn ku piştî ku tirsa erdhejê ji ser xwe avêtiye çûye navenda bajêr û got: "Li vir piştevaniyeke gelekî mezin hebû. Ji derve ciwanên dilxwaz hatine. Ji her derê Tirkiyeyê saziyên jinan hatine. Hem li gundan hem jî li bajêr alîakriya malbatan tê kirin. Piştevaniya dilxwazan pir girîng e. Hûn ji mirinê rizgar dibin û hûn li destekî ku hûn pê bigirin digerin. Ew destê bi ber we ve pir hêja ye. Lewma em minêkar in ji bo kesên alîkariyê dikin."    ‘EWILÎ GELÊ KURD HAT'   Karincayê destnîşan kir ku kurd demildest hatine herêmê û got: "Kesên piştî erdhejê çûn rojavayê Tirkiyeyê telefonî me dikin û dibêjin, 'ji kerema xwe ji me re jî konan peyde bikin. Em çûn, lê em ê vegerin.' Lê em dibihîsin ku malbatên çûne bajarên herêmê rihettir in. Duh bûm şahidê bûyerekê. Malbatek ji vir çûye Şirnexê. Malbat gava çûye, li xaniyê ku ji bo wê hatiye amadekirin bi cih bûye. Gava ew malbat çûye her kesî serdana wê kiriye. Ji bo peydekirina lazmatiyên wê alîkarî kirine. Malbatên çûne wir rastî alîakriyeke mezin hatine."    Karincayê bal kişand ser berdewamiya piştevaniyê û got: "Niha em nikarin li mirovên xwe yên di bin kavilan de jî bifirkin. Em dibêjin, me tirsa ewil ji ser xwe avêt, lê a rast hê me neavêtiye. Hê em û êşê tam bi rûbarî hev neketine."    MA / Omer Akin