ÎHD'ê aqûbeta Mûrat Yildiz pirsî 2023-03-04 15:24:45   ÎZMÎR - ÎHD'ê, aqûbeta Mûrat Yildiz ku beriya 28 salan li navçeya Bornova ya Îzmîrê çûbû îfade dayînê û careke din ji emniyetê venegeriya pirsî û destnîşan kir ku berpirs hemû rayedarên demê ne.    Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê, çalakiya xwe ya "Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin" ku ji du hefteyan carekê li dar dixe, vê heftê li navçeya Konakê li ber Sumerbanka Berê li dar xist. Di çalakiyê de pankartên "Winda wijdan in, xwedî derkeve" û "Faîl diyar in winda li kuder in" hatin vekirin. Di daxuyaniyê de aqûbeta Mûrat Yildiz (19) ku beriya 28 salan di 23'ê sibata 1995'an de li navçeya Bornova ya Îzmîrê çûbû îfade dayînê û careke din ji emniyetê venegeriyabû hat pirsîn.    Daxuyaniya ku hatibû amadekirin ji aliyê Rêveberê Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê Ahmet Çîçek ve hat xwendin. Çîçek, daxuyaniyê de bal kişand ser çîroka windabûna Yildiz û destnîşan kir ku ji windabûna Yildiz hemû rayedarên demê berpirsyar in. Yildiz, diyar kir ku di sûcên li dijî mirovahiyê de demborî nabe û ev  tişt got: "Em ji bîr nakin, dev jê bernadin. Jibîrkirin dihêle ku careke din sûcên li dijî mîrovahiyê pêk bên. Weke di salên dawîn de dibe sedema windabûnên nû."