Girtî meheke di girtîgeha bixesar de dimînin 2023-03-04 17:12:05   AMED - Hate diyarkirin ku girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Islahiyeyê ku di erdhejê de xesar dîtiye tên ragirtin, tevî ku daxwaz dikin jî sewqî girtîgeheke din nayên kirin.    Tevî ku di erdhejê de xesareke giran dîtiye jî girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Islahiyeyê ya Dîlokê tên ragirtin nehatin sewqkirin. Girtî ji ber ku li girtîgehê ji ber erdhejê qelîştek çêbûne, bi rêya telefonê fikarên xwe yên ewlehiyê ji malbatên xwe re radigihînin. Girtî Dilbarî Karaagaç ku bi rêya telefonê bi hevsera xwe Behiye Karaagaç re axivî wiha got: “Ava ku pêdiviya me ya bingehîne  rojê 4 pet tên dayîn. Em nexweş dikevin, doktorekî ku li me binêre tune ye.”   ‘ERDHEJOK ÇÊDIBIN’    Behiye Karaagaç jî diyar kir ku girtîgeh li ser xeta fayê ye û wiha got: “Di dema erdhejê de li girtîgehê derizîn hebûn. Her roj erdhejok dewam dikin. Ji ber vê jî psîkolojiya girtiyan xera bûye.”   ‘HEQÊ WÊ ÇIBE EM Ê BIDIN’   Karaagaç, da zanîn ku beriya niha ji girtiyan dihat xwestin ku ji bo girtîheke din bi daxwaznameyekê serlêdan bikin û ev tişt gotin: “Ev daxwazname hatine betalkirin, hatiye xwestin ku ji nû ve daxwaznameyan binivîsin û heqê rê ji girtiyan hatiye xwestin. Ji vê daxwaznameyê re jî bersiv nehate dayîn. Me jî girtiyan jî ji bo sewqî cihekî din bên kirin daxwazname nivîsandin. Erdhejê mehek li pey xwe hişt hêj jî girtî li girtîgeha ku xesar gihiştiyê de dimînin. Em dixwazin girtiyên me ji wir bibin. Heqê wê çi be em ê bidin. Em êdî naxwazin her roj fikara erdheja li wir bikin.”