Samur ê ku hatiye îşkencekirin: Polîsan ez xistim korekê û gotin ‘dê te bikujin’ 2023-03-05 10:46:33   RIHA - Welatiyê bi navê Mehmet Samur ê 61 salî ku tevî 2 kesên din li Pirsûsê hatibû binçavkirin, da zanîn ku polîsan ew xistine korekê, çek xistin serê wî û gefa kuştinê lê xwarine.    Di 24’ê sibatê de li mezraya Karacurun a gundê Mishecerk ê Pirsûsa Rihayê di navbera Sitki Kurtoglû (Xebat Xelat) ê ku tê îdiakirin PKK’î ye û leşkeran de pevçûn derket. Piştî pevçûnê jî Reşat Yildiz (50), Mehmet Samur (61) û hevjîna wî Adle Samur (60) bi îşkenceyê hatin binçavkirin. Îşkenceya li welatiyan hatiye kirin kete rojeva medyayê. Navenda Mafên Mirovan a Baroya Rihayê têkildarî mijarê li ser hesaba xwe daxuyanî da û da zanîn ku her sê welatî di 2’yê adarê roja pêncşemê de hatine binçavkirin û li Şaxa TEM’a Midûriyeta Emniyetê ya Rihayê hatine îşkencekirin.    Piştî rakirina qedexeya hevdîtina parêzeran a 24 saetan, parêzer çûn midûriyeta emniyetê û bi miwekîlên xwe re hevdîtin kirin. Parêzeran tespît kir ku miwekîlên wan rastî îşkence û miameleya xerab hatine. Li ser vê yekê jî parêzeran serî li baroyê dan û jê xwestin ku hewldanên hiqûqî bidin destpêkirin.    Cîgirê Serokê Navenda Mafên Mirovan a Baroya Rihayê parêzer Ahmet Taş têkildarî mijarê bi ajansa me re axivî.    DI BIN ÇAVAN DE GEFA KUŞTINÊ LÊ HAT XWARIN   Taş, da zanîn ku piştî serlêdana bo wan hatiye kirin, wan di 3’yê adarê roja înê de bi miwekîlên xwe yên binçavkirî re hevdîtin kirine û wiha got: “Me li Şaxa TEM’ê bi welatiyan re hevdîtin kir. Me ji ewil bi Reşat Yildiz re hevdîtin kir. Yildiz, da zanîn ku rastî heqaretên devkî hatiye. Piştre jî me bi Adle Samur û Mehmet Samur re hevdîtin kir. Li ser laşê her duyan jî şopên îşkence û miameleya xerab hebûn. Destê Adle Samur reş û şîn bûbûn. Samur, got ku bi vekirina deriyê malê re xistine feleqeyê, hatiye derbkirin û heqaret lê hatine kirin. Her wiha Mehmet Samur jî got ku di 3-4 saetên ewil ên binçavkirinê de rastî îşkenceya fîzîkî û miameleya xerab hatiye. Samur, da zanîn ku bi kulman hatiye derbkirin û çek xistine serê wî. Samur, got ku polîsan ew biriye baxçeyê malê, li wir xistine korikekê, berê çekan dayîne serê wî û gefa; ‘em ê te bikujin. Cihê hemû amûran bibêje.’ lê hatiye xwarin.”   NECEZAKIRIN RÊ LI BER ÎŞKENCEYÊ VEDIKE   Bi domdarî Taş diyar kir ku TEM’a Rihayê her tim bi îşkenceyê di rojevê de ye û wiha axivî: “Weke ku tê zanîn li Rihayê ji ewil bûyera Yaylakê derketibû holê. Bêguman beriya wê jî heye. Bi taybet jî ji 2015’an heta 2020’an li Rihayê bûyerên îşkenceyê zêde bûne. Mekanîzmayeke venêrînê nîne û polîtîkaya necezakirinê heye. Hêzên emniyetê jî ji vê hêz digirin û îşkence û miameleya xerab didomînin. Mirov nikare van tiştan bi têgehên hiqûqî vebêje. Îşkence û miameleya xerab bi tu awayî nayê bikaranîn. Ev yek teqez hatiye qedexekirin. Di bi navê OHAL’ê de jî nikarin vê bikin. Dê têkoşîna me ya li dijî vê bidome.”    RAPORA BIJÎŞK   Di berdewamê de Taş anî ziman ku her 3 welatî piştî binçavkirinê birine Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mehmet Akîf Înan û axaftina xwe wiha qedand: “Li yekîneya karûbarên agahîgirtinê hatine sekinandin. Bijîşk jî bêyî ku li welatiyan binêre rapora xwe amade kir. Heta niha jî me nekariye raporê peyda bikin. Em jî vê raporê mereq dikin. Em ê giliyê bijîşkê ku rapor amade kiriye bikin. Me têkildarî îşkence û miameleya xerab de rapora xwe ama de kir û dê bi raya giştî re parve bikin. Di dema lêpirsînê de destûr nedan ku parêzer bi miwekîlên xwe re hevdîtinê bikin. 2 welatiyên rastî îşkenceyeke mezin hatin, hene. Lê nehiştin 24 saetan parêzerên xwe bibînin. Ev yek nîşan dide ku dê dosya bi zelalî neyê meşandin. Ez ne bawerim ku di vê lêpirsînê de ser îşkence û miameleya xerab bisekinin. Ji ber ku dema kes rastî îşkence û miameleya xerab tên, gelek saziyên dewletê dibînin. Van kesan dibin nexweşxaneyê û bijîşk dibînin, dozger dibîne. Lê ev bi tu awayî nagirin rojeva xwe. Ev yek nîşan dide ku polîtîkaya necezakirinê heye. Me têkildarî van kesan li Serdozgeriya Komarê ya Rihayê serlêdana sûc kir. Em ê bûyerê ji nêz ve bişopînin.”    MA / Omer Akin