Baroya Amedê têkildarî êrişa faşîst li serdozgeriyê gilî kir 2023-03-05 15:00:43   AMED - Baroya Amedê ji ber êrişa faşîst a li Bursayê li dijî lîstikvanên Amedsporê hatiye kirin û polîsên ku tevdîr negirtine, li Serdozgeriya Komarê ya Amedê gilî kir.    Baroya Amedê têkildarî alîgirên Bursasporê yên ku êrişî, heqaret, gef û çêr li lîstikvanên Amedsporê kirin û polîsên li hemberî van êrişan tevdîr negirtin, li Serdozgeriya Komarê ya Amedê serlêdana sûc kir. Baroya Amedê bi sedema “Gel yekser bo kîn û dijminatiyê sor dikin”, “Bi zanebûn ewlehiya giştî xistin xetereyê” û “heqaretê” serlêdan kir.    Baroyê xwest ku nasnameyên kesên hatin pêşiya hotêla ku lîstikvanên Amedsporê lê diman û heqaret, çêr û gef xwarin bên tespîtkirin, derheqê sûcên hatine kirin de lêpirsîn were destpêkirin û di heman demê de ev kes ji temaşekirina maçan bêpar bên hiştin.    Di heman demê de Baroya Amedê di serlêdana sûc de destnîşan kir ku polîsan peywirdar û amiran wan ji bo pêşîlêgirtina sûcan tevdîrên pêwîst negirtine û sûcê “Peywira xwe xerab bi kar anîne” kirine.