Piştî 30 salan ji girtîgehê derket: Dê têkoşîna me bidome 2023-03-05 15:49:29   TEKÎRDAG -  Ahmet Oral ku piştî 30 salan îro ji Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 1 a Tekîrdagê hate berdan, wiha got: “Heta ku pirsgirêka kurd bidome, dê hesta têkoşînê jî her berdewam be.”    Ahmet Oral ku li Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 1 a Tekîrdagê dihat ragirtin, piştî 30 salan hate berdan. Oran, di sala 1993’yan de li navçeya Bazîd a Agiriyê hate binçavkirin, di Dadgeha Ewlekariya Dewletê (DGM) de hate darizandin û bi îdiaya “Parçekirina yekparetiya dewletê” cezayê muebbetê lê hat birîn. Oral di 30 salên girtîbûna xwe de li gorî rêzê li girtîgehên Nevşehîr, Erzirom, Mûş, Trabzon û herî dawî jî li Tekîrdarê ma.    Oral, di 24’ê saliya xwe de kete girtîgehê û di 54 saliya xwe de derket. Oral, li pêşiya girtîgehê ji hêla rêveberên rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên navçeyên Gungoren û Kadikoyê û rêveberên Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MA TUHAYDER) ve hate pêşwazîkirin.    Oral, li vir axaftineke kin kir û got ku ji ber hevalên xwe li pey xwe dihêle, xemgîn e. Oral, diyar kir ku divê pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk bê çareserkirin û wiha got: “Bi ser re 30 sal derbas bûn lê hêj jî hesta min a têkoşînê neguyeriye. Heta ku pirsgirêka kurd hebe, dê hesta têkoşînê jî her bidome.”    Piştre jî Oral derbasî cem malbata xwe ya li Gungorenê bû.