Soylu yê ku pêşî li ber êrişan negirt daxuyanî da! 2023-03-05 16:34:40 BURSA - Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu ku tevî hemû bangawaziyên ji bo tevdîran maça Bursaspor- Amedsporê tu tevdîr negirt, têkildarî êrişên faşîst daxuyanî da. Soylu got ku peywirdar ji peywirê hatine girtin.    Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu ku tevî hemû hişyariyan jî di maça Bursaspor-Amedsporê de tu tevdîrên ewlehiyê negirt û berpirsyariya xwe bi cih ne anî, piştî êrişên nîjadperest ên alîgirên Bursasporê daxuyanî da. Soylu, bêyî ku qala êrişên nîjadperest bike wiha got: “Di maça li Bursayê de wêneyên ne li gorî sporê derketine holê. Ev nayên qebûlkirin û eleqeya wan bi sporê re nîne. Derheqê rayedarên ku bûne sedema xistina van wêneyan a stadyûmê de lêpirsîn hatiye destpêkirin û rayedarên cemaweriyê jî ji peywirê hatine girtin.”