Hatîmogûllari: Divê îktîdar bedelekî pir giran bide 2023-03-05 16:47:46   OSMANIYE - Platforma Jinan a Edeneyê di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê de li Osmaniyeyê çû serdana mexdûrên erdhejê. Parlamentera HDP’ê Tulay Hatîmogûllari di serdanê de axivî û wiha got: “Divê îktîdar ji ber vê karesatê bedelekî pir giran bide.”    Platforma Jinan a Edeneyê di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de li Osmaniyeyê çû serdana jinên bûne mexdûrên erdhejê. Jinên ku li pêşiya Eywana Şanoya Şaredariya Bajarê Mezin a Edeneyê hatin ba hev, alavên ku kom kiribûn li otobusan siwar kirin û ber bi Edeneyê ve ketin rê. Şandeya jinan ji hêla Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Edeneyê Tulay Hatîmogûllari û rêveberên jin ên Rêxistina HDP’a Osmaniyeyê ve hat pêşwazîkirin. Piştre jî çûn serdana konan û peyamên piştevaniyê hatin dayîn.    Di serdanê de parêzer Sevîl Araci axivî û got ku dê birînên heyî bi saya piştevaniyê bên pêçandin. Parlamenter Hatîmogûllari jî ev tişt anî zmian: “Yek ji bajarên piştî erdhejê hatiye terikandin jî Osmaniye ye. Divê îktîdar bedela vê yekê pir giran bide. Mijara behsa xeberê, canê mirovan e. Di vê erdhejê de bi sedhezaran kes mirin. Malên bi sedhezaran kesan hilweşiyan. Êdî malek nema ye ku xelk xwe bispêrê. Hêj niha jî mirovên di bin kavilan de hene.”