Otobusa alîkariyê ya HDK, HDP û TJA'yê bi rê ket 2023-03-05 21:30:57   STENBOL - HDK, HDP û TJA tevî amûrên alîkariyê yên berhev kirin ber bi Mereşê ve bi rê ketin.    Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi dirûşmeya "Em ne bi ne, bi hev re ne" di çaçroveya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de ji bo piştgiriya mexdûrên erdhejê bikin li rawestgeha Metroyê ya Sogutluçeşmeyê li hev kom bûn û ber bi herêma erdhejê ve bi rê ketin.   Jinên HDK, HDP û TJA'yî tevî amûrên alîkariyê yên berhev kirin be bi Mereşê ve bi rê ketin.   Otobus, saet di 18.00'an de bi rê ket.