‘Kêmbûna baweriya li dijî otorîteya navendî dibe ku bi xwe re guherînên cidî yên civakî bîne’ 2023-03-06 09:29:03   EDENE - Civaknas Taner Taş diyar kir ku di pêvajoyên mîna erdhejê de baweriya li dijî pergalê winda dibe û ev yek jî bi xwe re şikestineke civakî tîne. Taş, wiha got: “Kêmbûna baweriya li dijî otorîteyên navendî, dibe ku bi xwe re guherînên cidî yên civakî û siyasî bîne.”    Li gorî daneyên fermî; di encama erdhejên 6’ê sibatê yên Mereşê û 20’ê sibatê li Hatayê de heta niha 45 hezar û 968 kesan jiyana xwe ji dest dane. Ji van kesan 4 hezar û 267 kes jê penaberên sûriyeyî ne. Gel, hewl dide bi piştevaniya civakî birînên xwe derman bike. Civaknas Taner Taş têkildarî bandora erdhejê û pêvajoya piştre bi ajansa me re axivî.    BÊTEVDÎRÎ ÊDÎ HATIYE QEBÛLKIRIN   Taş, da zanîn ku rastiya erdhejê bi taybet jî li Tirkiyeyê tê axaftin û tavilê tê jibîrkirin û wiha got: “Weke ku dê erdhej her tim çênebin û yên ku vê dijîn civakeke din be tevdigerin. Civakeke wiha li dinyayê nîne. Tenê avahiyeke ku li gorî erdhejê tê avakirin tune ye. Êdî civaka me hînî bêtevdîriyê bûye. Ji bo parastina mal û can tu tevdîr nayên girtin. Rojeveke germ heye û hemû kes pisporên erdhejê ye. Lê potansiyeleke me heye ku heta demekî kin piştre vegerin rojevên xwe yên rojane. Di 17’ê tebaxa 1999’an de li Stenbolê erdhejeke mezin çêbû û sala ewil gelek li ser hat axaftin. Lê tevî bi ser re gelek sal derbasbûne jî hêjta dibêjin ‘Stenbol bo erdhejê amade nîne.’ Baş e lê ji rêveberiyên herêmî heta îktîdarê di vê mijarê de çi kirin? Erdhej bandorê li jiyana milyonan kesan dike lê rêveber tiştekî nakin. Îcar ev tiştekî çawa ye?”    TRAVMAYÊN CIVAKÎ   Bi domdarî Taş got ku erdhej, hîsteriyên civakî û semptomên travmatîk bi xwe re tîne û wiha domand: “Di pêvajoyên wiha de mirov neyînî difikirin lewma liv û tevgerên neyînî didin der. Baweriya hatiye windakirin bi xwe re şikestinên civakî tînin. Kêmbûna baweriyê ya bi otorîteyên navendî, dibe ku bi xwe re guherînên cidî yên civakî û siyasî bînin. Jixwe mijara koçberiyê û guherîna demografyayê bi tena serê xwe yek ji dînamîkên zindî yên vê guherînê ne. Ji bajaran ber bi gundan ve yan jî ji gundan ber bi bajaran ve koçberî her zêde di van pêvajoyan de çêdibe. Ev koçberî mayînde dibe yan jî demkî ne. Ev jî bi xwe re tevgerekê tîne. Peywendiya çandî herî zêde di van pêvajoyan de çêdibe. Divê nêzbûna erdnîgariyan xelet bi me nede fêmkirin. Ji ber ku ev der DYA nîne. Li Tirkiyeyê li her gund, naçve, bajar û herêmêna çandên cuda hene. Dema mirov li du gundên nêzî hev ên du bajaran jî dinêre, dibîne ku ji hev pir cuda ne. Lewma em di pêvajoyeke ku refleksên civakî pir zindî de ne.”    BERPIRSYARTIYA DEWLETÊ    Taş, diyar kir ku di pêvajoyên wiha de hewceye mirov li ser aliyê psîkososyal jî pir baş bisekine û wiha qedand: “Piştî karesatên xwezayî, pêvajoyên travmatîk tên jiyîn. Tirsa ku dê erdhej çêbibe yan jî hîssiyata ku her dem erdhej çêdibe, mejiyê mirovan pir mijûl dike. Di rewşên wiha de divê mirov teqez alîkariya psîkolojîk bigirin. Ji bo avakirina civakî tu caran dereng nîne. Dema em dibêjin avakirin bila înşaet neyê bîra kesekî. Gava ewil jî ew e ku feraseteke dewletê ya zelal, demokratîk û gel tevî vê pêvajoyê dike ye. Ya ewil ev e. Divê pirsgirêkên sosyoekonomî yên civakê bên çareserkirin û avahiyên ku gel bi dilrehetî lê rûne bên avakirin. Divê lingên vê yên çandî, civakî, siyasî û aborî bên rûniştandin. Nexwe nêzikatiyeke cudatir dê bi xwe re encamên kujer bîne ku tîne jî. Ji bo tu tiştekî dereng nîne. Mafê starebûna biewle, berpirsyariya dewletê ye. Ji ber ku bingeha esasî ya organîzasyoneke mîna dewletê ew e ku pêşî li ber windahiyên can û mal ên civakê bigire.”    MA / Hamdullah Yagiz Kesen