TJA û Dayikên Aştiyê li Rihayê hevgirtinê mezin dikin 2023-03-06 10:27:07 RIHA - TJA û Meclisa Dayikên Aştiyê li Rihayê piştevaniya bi mexdûrên erdhejê re mezin dikin û diyar kirin ku dê heta dawiyê ji mexdûrên erdhejê re bibin alîkar.    Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, li Rihayê piştevaniya bi mexdûrên erdhejê re roj bi roj mezintir dikin. 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê her sal bi çalakî û xwepêşandên mezin dihat pîrozkirin lê belê ji ber erdhejê, îsal bi mezinkirina piştevaniyê tê pêşwazîkirin. TJA ku li herêmên erdhejê bi jinan re tê cem hev, balê dikişîne ser têkoşîna rêxistinkirî ya jinan û girîngiya piştevaniyê. Aktîvîstên TJA’yê ji roja ewil a erdhejê heta niha li gelek herêmên erdhejê dest bi xebatan kirin. Di vê çarçoveyê de gelek jin hatin Rihayê û xebatên piştevaniyê yên bi mexdûrên erdhejê re roj bi roj mezintir dikin. Di çarçoveya piştevaniyê de pêdiviyên malbatan ên weke cihê mayînê, xwegermkirin, xwarin, vexwarin û hwd. pêşwazî dikin.    ‘EM Ê XWE BIGIHÎNIN HER KESÎ’    Ji aktîvîstên TJA’yê Sema Aîşeoglû ku li Rihayê xebatan dimeşîne, got ku di demên berê de bi rojan beriya 8’ê Adarê wan starta çalakiyan didan û bi coşeke mezin pîroz dikirin. Aîşeoglû wiha got: “Lê belê em 8’ê Adara îsal bi karesateke mezin pêşwazî dikin. Tevahiya gelên Tirkiyeyê dîtin ku pergal jinan bi tenê dihêle, hikûmet û dewlet mirovan di bin kavilan de dihêle û pêdiviyên wan ên jiyanî pêşwazî nake. Lewma me berê xwe da herêmên karesatê û di çarçoveya piştevaniyê de mil da milên hev. Em ê her tim li cem jinan cih bigirin. Weke TJA’yê em ê tu carî van herêman bi tenê nehêlin. Hewcehiya kê bi alîkarî û piştevaniyê hebe, em ê xwe bigihînin wan û li cem wan bin.”    Bi domdarî Aîşeoglû destnîşan kir ku beriya erdhejê jin ji ber pergal, ji zîhniyeta nêrza û tundiya mêr di bin zexteke mezin de bûn û wiha domand: “Bi erdhejê re ev zehmetiyên wan hêj zêdetir bûn. Ji ber vê yekê, em ê bi qasî derfetên me rê didin bi wan re piştevaniyê xurt bikin û pêdiviyên wan pêşwazî bikin. Em, pêdiviyên jinan ên zarûrî yên weke alavên hîjyenê kom dikin û yekser digihînin wan.”    ‘GEL BI XWE BIRÎNÊN XWE DERMAN DIKE’   Endama Meclisa Dayikên Aştiyê Adalet Çay (63) jî destnîşan kir ku ji roja ewil a erdhejê heta niha di nava xebatan de cih digire û axaftina xwe wiha qedand: “Gelê kurd neçar ma ku koç bike. Malên xelkê herifîn, bajar hilweşiyan û di vê karesatê de kesek ji wan re nebû alîkar. Xelk, bi xwe xwedî li cenazeyên xwe derket, birîndarên xwe xelas kirin û hewl dide birînên xwe derman bike. Qismekê xelkê Rihayê diçe deverên erdhejê û hewl didin bibin alîkar. Qismekê wan jî li bajar alîkariyê kom dike û piştgiriyê didin malbatan. Ji roja ewil a erdhejê heta niha di nava van alîkariyan de cih digirim. Di rojên wiha zehmet de pir girîng e ku em bi destê hev bigirin. Mirov ji hev hêz digire. Em çûn serdana malbatên ji herêmên erdhejê hatine, çûn şîna wan û me hewl da ji hêla psîkolojîk ve jê re bibin alîkar. Bi taybet jî gelê kurd li hev xwedî derdikeve. Divê ev hevgirtin bidome.”