Roja pîroz a erebên elewî 'Leyle-t el-shaban' hat pîrozkirin 2023-03-06 10:27:56   HATAY - Leyle-t el-shaban ku ji bo erebên elewî yên herêma Hatayê rojeke pîroz e, bi awayekî dilşikestî hat pîrozkirin. Di vê roja pîroz de herîse hat belavkirin.    Erebên elewî yên li Hatayê, îsal roja prîoz Leyle-t el-shabanê bi awayekî dilşikestî pêşwazî kirin. Leyle-t el-shaban ku wekî "Şeva Orta Meha Sibatê" jî tê zanîn, her sal di 14'ê Sibatê de tê pîrozkirin. Ev roj bi piranî ji bo erebên elewî yên li Antakya, Samandag û Defneyê pir girîng e. Erebên elewî, di vê rojê de serê sibehê zû radibin, diçin ser tirbê, xwarina çêdikin û rojên berê yad dikin.    Bivênevêya vê rojê jî xwarina herîseyê ye. Genim, goşt û dohn di sîtilên mezin de bi hev re tên kelandin. Hin jê li ber sîtilê disekinin heta herîse çêbibe û hin jê jî bi çoçikan wê li hev dixin. Herîse ku piştî tê çêkirin li cîranan tê belavkirin. Hin jê jî di vê roja pîroz de îprax, dolme û kutilkan çêdikin.    Xwarinên tên çêkirin hem tên xwarin hem jî tên îkramkirin. Xizmên ku demeke dirêj hev du nedîtine, tên cem hev û heya derengê şevê sohbetê dikin. Esnaf jî kargehên xwe venakin an jî zû berê xwe didin malê.    PÎROZKIRINEKE DILŞIKESTÎ   Ev roja pîroz, îsal li herêma erdhejê bi awayekî dilşiekstî hat pîrozkirin. Ji ber ku di erdhejan de bi dehhezaran kesî jiyana xwe ji dest da, vê roja pîroz jî bê his û pis hat pîrozkirin. Li taxa Cîlliyê ya navçeya Samandagiyê ku piranî erebên elewî lê dimînin, tevî hemû êş û azaran jî xizmên hev li hev kom bûn û herîseyên çêkirin li hev belav kirin.    Li mala Eryilmazê ku zirar ji erdhejê negirtiye, ji bo çêkirina herîseyê sîtilên mezin hatin danîn. Herîseya hat çêkirin, paşê li xizman û şêniyên taxê hat belavkirin. Malbatê, xizmên xwe yên ji Taxa Karaçayê hatin ezimand. Ferdên malbatê diyar kirin ku cara ewil e ku pîrozbahiya wan wisa dilşikestî derbas dibe û gotin: "Dê ev roj jî derbas bibin."   Hasan Gultekîn ku ji Karaçayê hatiye, bal kişand ser girngîiya vê roja pîroz û got: "Ev roj, ji bo em wekî Leylet-ul Qedrê ye. Em wekî niha pîroz dikin. Em xwarinê çêdikin û belav dikin. Dost tên. Di erdhejê de jî ev edeta me neguherî."    Gultekîn ku got "Em vê cejnê ne wekî berê, bi dilşikestî pêşwazî dikin" wiha dawî li axaftina xwe anî: "Îsal ji be rerdhejê bi qasî ji destê me tê em pîroz dikin. Em hatin mêvandariya û me herîseya xwe xwar. Me li halê hev pirsî."     MA / Azad Altay - Mujdat Can