Ji bo Emîne Şenyaşar nebînin ji deriyê piştê dikevin edliyeyê! 2023-03-06 12:19:42   RIHA - Ferît Şenyaşar di çalakiya Nobeta Edaletê ya îro de wiha got: “Rayedar û serdozger ji bo ku têkoşîna heq a dayikê nebînin, ji deriyê piştî dikevin edliyeyê û derdikevin.”    Xizm û parastvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kir. Di encama êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Li ser vê yekê Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar di 9’ê adara 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kirin. Çalakiya malbata Şenyaşar di roja 714’an de berdewam dike.    Ferît Şenyaşar di çalakiya îro de li pêşiya edliyeyê wiha got: “Dozeke me dozeke heq e. Polîs jî, dozger jî rayedarên Wezareta Dadê jî dizanin ku di vê dozê de em mafdar in. Lê dema em dibêjin ‘bi hiqûqê bikin’, wê demê gav naavêjin. Dozger bêçare hatine hiştin û hiqûqê bicih nayînin. Dem bi dem ji Enqereyê hinek rayedar tên edliyeyê. Ev rayedar û serdozger ji bo ku têkoşîna heq a dayikê nebînin, ji deriyê piştê ve dikevin edliyeyê û derdikevin. Ev yek zilm e, neheqî ye. Em dixwazin ku tavilê vê neheqiyê ji holê rakin. Heta ku ev neheqî bi dawî dibe jî em ê têkoşîna xwe bidomînin.”