'Tevî polîtîkaya cihêkar a dewletê jî’ jin li cem hev in 2023-03-06 15:03:32   MEREŞ - Jinên TJA’yî, HDK’î û HDP’î ku di çarçoveya 8’ê Adarê de ji bo piştevaniya bi jinan re ji Stenbolê hatin, wiha gotin: “Tevî polîtîkayên cihêkar ên dewletê jî em ji bo piştevaniyê bi rê ketin, dê bi hev re bin û hesabê bipirsin.”    Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û endamên Meclisa Jinan a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Komeleya Dem Dema Jinan e, di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de, bi dirûşma “Hevgirtina jinan dide jiyîn”  tevî alîkariyên kom kirin hatin navçeya Bazarcix a Mereşê. Parlamenterên HDP’ê Dilşat Canbaz, Zuleyha Gulum, Oya Ersoy, Hevberdevka HDK’ê Esengul Demîr û gelek jinên din li herêmê bi jinan re hatin ba hev û li vir daxuyanî dan.    Aktîvîsta TJA’yê Remziye Alparslan ji ewilî axivî û ev tişt anî ziman: “Em bihêrs in û li dijî zilma li gel tê kirin, em li ber xwe didin. Îktîdara AKP-MHP’ê gel di bin kavilan de hişt. Em ê bi ruhê Dem Dema Azadiya Jinê ye li dijî pergalê li ber xwe bidin û jinan bi tenê nehêlin.”    PEYAMA PIŞTEVANIYÊ   Hevberdevka HDK’ê Esengul Demîr jî bal kişand ser meziniya erdhejê û wiha got: “Gelên Tirkiye û Kurdistanê êşa mexdûrên erdhejê hîs dikin. Ev nêzî meheke hewl didin birînên gel derman bikin. Ji bo piştevaniyê em ji Stenbolê hatin. Me ji wir qertên piştevaniyê, peyam û diyariyên biçûk ên rêhevalên xwe yên jin ji wir anîn. Li dijî feraseta ku ne pêdiviyên gel lê pêdiviyên sermayedaran esas digirin, em ji bo piştevaniyê ketin rê. Tevî polîtîkayên cihêkar ên dewletê jî em ê piştevaniyê mezin bikin. Em ê hesaba vê ji îktîdarê bipirsin û birînên xwe bi hev re derman bikin. Em soz didin ku dê jinên bûne mexdûrên erdhejê bi tenê nehêlin.”    Piştî daxuyaniyê jî jinan TIR’ên alîkariyê vala kirin û dest bi belavkirinê kirin.