Jinên îranî: Em ê dev ji mafê xwe yê perwerdeyê bernedin 2023-03-06 17:09:29   WAN - Di nava 3 mehên dawî de li dijî dibistanên xwendekarên jin gelek êrişên kîmyewî hatin kirin. Jinên îranî diyar kirin ku rejîm bi vê yekê hewl dide jinan ji perwerdeyê dûr bixin û wiha gotin: “Ev xak, têkoşîna jinan a ji bo mafê perwerdeyê vedibêjin. Lewma em ê dev ji vî mafê xwe bernedin.”    Yek ji rojevên herî zêde li Îranê niha tê nîqaşkirin jî êrişên kîmyewî yên li dijî dibistanên xwendekarên jin e. Meclisa Mamosteyên Zanîngehê ji bo tevlibûna çalakiya ku dê di 7’ê adarê de li seranserî welêt bên lidarxistin, banga tevlibûnê kirin. Nayê zanîn bê ka xwendekar bi kîjan gazê hatine jehrîkirin lê ji ber ku dikarin bên tedawîkirin, ev yek weke şensek tê nirxandin.    REJÎM DAXUYANIYÊN HEVNEGIRTÎ DIDE   Rayedarên rejîma Îranê têkildarî bikaranîna gazên kîmyewî heta niha gelek daxuyaniyên hevnegirtî dane. Cîgirê Wezîrê Tenduristiyê yê Îranê Yûnûs Panahî gotibû; “Wisa xuya dike ku hinek kes dixwazin tevahiya dibistanan, bi taybet jî dibistanên jinan bên girtin.” Serokê Komîteya Perwerdeyê yê Meclisê Alîriza Monadî-Sefîdan jî bi daxuyaniyekê îdia kir ku têkildarî bûyerê lêpirsîn hatiye destpêkirin, gazên kîmyewî nehatine tespîtkirin lê nîtrojen hatiye tespîtkirin. Lê belê rojek piştî vê daxuyaniyê, Wezîrê Karên Hundir ê Îranê ahmet Vahîdî ev yek derewand û got ku tu gazên kîmyewî nehatine tespîtkirin.    DAYIKA KU KEÇA WÊ JEHRÎ BÛYE: DÊ BI SER BÛYERÊ BIGIRIN    Jineke li navçeya Pardîs a Tehranê dijî ku ji ber ewlehiyê nexwest navê xwe bide, diyar kir ku keça wê jî di van êrişan de jehrî bûye. Dayikê diyar kir ku bûyer nehatiye lêkolînkirin û wiha domand: “Dê ev bûyer jî bê nixûmandin. Baweriya me bi vê pergalê nayê û hêviya me ew e ku dinya dengê me bibihîse. Divê dewletên cîhanê piştgiriyê nedin kujera zarokan Îranê.”    REJÎM TOLÊ HILTÎNE   Derdorên muxalîf jî dibêjin ku ev êriş li herêmên rejîm lê bihêz dest pê kirine û li tevahiya welêt belav bûne. Muxalîf dibêjin ku rejîm hewl dide tola çalakiyên piştî qetilkirina Jîna Emînî dest pê kirin û li tevahiya welêt belav bûn ji jinan hilîne. Çalakiyên piştî qetilkirina Emînî hatin destpêkirin jî niha li deverên cuda yên welêt berdewam in.    Dayikeke ku keça wê ji ber êrişê jehrî bûy, hewl da li pêşiya nexweşxaneyê çalakiyê li dar bixe lê rastî êrişa polîsan hat. Dayikê got ku rejîm bi vê yekê hewl dide zarokên keç ji xwendinê dûr bixe. Jinê destnîşan kir ku ew ji ber ewlehiya zarokên xwe bifikar in û da zanîn ku tevî her cureyên êrişan jî ew dê dev ji perwerdeyê bernedin.    JIN: EM Ê DEV JÊ BERNEDIN    Jinan, got ku tevî hemû cureyên zextan jî hejmara jinên li zanîngehan dixwînin ji ya mêran zêdetire û dê dev ji mafê xwe yê perwerdeyê bernedin. Jinên îranî yên bi ajansa me re axivîn, bal kişandin ser têkoşînê û ev tişt anîn ziman: “Ev xak, dîroka têkoşîna bêeman a jinan û hewldanên wan ên bênavber ên ji bo mafê perwerdeyê vedibêje. Lewma em ê dev ji vî mafî bernedin.”    DURÛTIYA REJÎMÊ   Rejîma Talîban li Efxanistanê mafê perwerdeyê yê jinan xesp kiribû û rejîma Îranê jî di 26’ê kanûna 2022’yan de bi daxuyaniyekê ragihandibû ku heke jinên efxanî bixwazin perwerdeyê li Îranê bibînin, dê tişta ji dest tê bo wan bikin.    3 MEH BERÊ DERKET HOLÊ   Di 30’ê mijdara 2022’yan de piştî ku 18 xwendekarên Dibistana Amadehî ya Teknîkê ya Nûr ku li bajarê Kumê ye rakirin nexweşxaneyê, derket holê ku bi gazên kîmyewî hatine jehrîkirin. 3 meh piştre jî heman bûyer herî kêm li 10 bajaran rû da. Piştî bajarê Kumê, li Tehran, Erdebil, Borujerd, Vardanjan Chaharmahal, Bakhtiari, Sari, Qochan, Torbat Jam û Kazvinê jî li dijî dibistanên xwendekarên jin êrişên bi gazên kîmyewî hatin kirin. Bi qasî ku hatiye tespîtkirin, bajarên heta niha êrişên bi gazên kîmyewî li van bajaran hatine kirin: “Kirmaşan, Urmiye, Sine, Îlam, Heftekelî, Xuzistan, Tehran, Sefadeşt, Şehiryar, Perend, Kiwar, Qum, Kerec, Lahîcan, Reşt, Hemedan, Kebûderaheng, Tebrîz, Semîrûm, Kaşan, Zencan, Bicnurd, Esfehan û Birûcêrd.”