'Heke zû mudaxile bihata kirin dê encam cuda bûya' 2023-03-07 09:01:48   SEMSÛR - Zeynel Gormez ku ji ber erdhejên Mereşê gelek xizmên wî li Semsûrê jiyana xwe ji dest dane, destnîşan kir ku heya çend rojên ewil jî tu mudaxile nehatiye kirin û got: "Heke zû midaxile bihata kirin dê encam cuda bûya." Her wiha Gormez bilêv kir ku hê jî meseleya wan a avê nehatiye çareserkirin.    Li Semsûrê ku bandoreke mezin ji erdhejê girt, li gor mexdûrên erdhejê zêdetirî 30 hezar kesî jiyana xwe ji dest daye. Li Semsûrê piştî erdhejê bi rojan mudaxileyî kavilan nehat kirin û ji ber vê gelek kesên di bin kavilan de jiyana xwe ji dest dan. Her wiha yên ku bi saxî filitîn jî di sir û seqema zivistanê de li derve man û pêdiviyên wan ên sereke nehatin dabînkirin. Zeynel Gormez ku gelek xizm û nasên wî di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane diyar kir ku çend rojên ewil ew û malbata xwe li derve mane.    ‘GELEK XIZM Û NASÊN ME JIYANA XWE JI DEST DAN’   Gormez anî ziman ku gelek xizm û nasên wî jî di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane û ev tişt gotin. “Piştî ku erdhej çêbû me bi zorê xwe avêt der. Piştî ku em derketin der, em li xizm û nasên xwe geriyan. Telefonan qet nedikişand. Lawikê xalê min bi malbata xwe ve di bin kavilan de mabûn. Me bi derfetên xwe lawikê xalê min piştî 2 rojan derxist, lê hevjina wî û zarokên wî di bin kavilan de jiyana xwe ji dest dan. Lawikê apê min, hevjina wî, zarokên wî, amojna min û ji aliyê meta min ve jî 7 kesan û gelek xizm û nasên me di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan.”   ‘MUDAXILE NEHAT KIRIN’   Gormez bi lêv kir ku li Semsûrê heya çend rojan qet mudaxile nehatiye kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “2 rojan ne alîkarî ne mudaxile tiştek tune bû. Televîzyonan qala Semsûrê nedikir, weke ku tiştek li vir tune be. Heke zû mudaxile bihata kirin encam wê gelek cuda bûna. Hevalekî me yê ku di bin kavilan de bû heta 3-4 rojan jî dengê wî ji bin kavilan dihat, lê mixabin ne tîmeke mudaxilekirinê hebû ne jî amûrên wan hebûn. Heta çend rojan qet mudaxile li Semsûrê nehat kirin.”   PIŞTÎ 6 ROJAN WAN KON STENDIYE   Gormez di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku çend rojan kon nehatine belavkirin û ji ber vê ew di sir û seqema zivistanê de li derve mane û wiha pê dê çû: “Welatiyên ku ji Riha, Amed û bajarên din hatibûn alîkarî kirin. Wan xwarin û pediviyên me dabîn dikir. Di sir û seqemê de kon tune bûn, nan tune bû me nedizanî em ê çi bikin. Di erebeyê de jî meriv her tim nikare bimîne. Di erebeyê de hem zarok hem jî pîr hene, 6 rojên me wisa derbas bûn. Me li ku pirsî kon tune bûn. Herî dawî bi israran me konek kevn stend. Em 5 kes bûn, li derve di erebeyê de bi awayekî em diman. Jiyan pir dijwar bû.”   HÊ JÎ MESELEYA AVÊ NEHATIYE ÇARESERKIRIN   Gormez di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku pirsigrêka wan a avê hê jî çareser nebûye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Xaniyê me jî pir xirab bûye, ji ber wê em nikarin biçin xan. Lê ji Wezareta Hewirdor û Bajarvaniyê hatine lê nêrîne, gotine kêmxesar e. Lê me îtiraz kir. Ji ber ku dîwarê xanî hema bibêje hilweşiyane. Çendî hê saleke xênî neqediyaye jî xesareke mezin dîtiye."    MA / Mahmût Altintaş-Zerrîn Sargût