Ajalên li ber kavilan sekinandî! 2023-03-07 09:05:59   MELETÎ - Ajalên ku bandor ji erdhejê girtine jî, li ber kavilan li benda xwediyên xwe ne.    Ji ber erdhejên Mereşê ji sedî 80'yê gundê Orenê yê navçeya Arganê ya Meletiyê xera bûye. Xaniyên hilneweşiyane jî ji ber xesar dîtine kes nikare têkeve hundirê wan. Li gund ku 16 kesan di erdhejê de jiyana xwe ji dest daye, piraniya kavilan hê li cihê xwe ne.    Her wiha şêniyên din ên taxê ajal jî, li ber kavilan li benda xwediyên xwe ne. Pisîka li ser dîwarê hilweşiyayî yê avahiyekê sekiniye, yek ji wan ajalan e ku li benda xwediyê xwe ne.      Li navçeya Wêranşar a Meletiyê jî kûçikek li ber kavilekê li benda xwediyê xwe ye ku xwediyê wî bi birîndarî ji bin kavilan hat derxistin û ew rakirine nexweşxaneyê.      Li gundê Mihaciran ê Wêranşarê jî hin mirîşk li ber avahiyeke du qatî ya serobino bûye li ser textekî lûsiyane.        Pisîkeke reş ku li nav konên ku ji aliyê Komeleyên Elewiyan ên Demokratîk û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ve hatin danîn digere, di dema xwarinê de dibe mêvanê mexdûrên erdhejê.    MA / Dilgeş Rûvanas