Ji girtiyê ku gardiyanan parxanên wî şikandin 250 hezar TL dixwazin 2023-03-07 09:07:26   COLEMÊRG - Ji bo emeliyata girtî Ahmet Kaya ku li Girtîgeha Wanê gardiyanan 2 parxanên wî şikandine, 250 hezar TL pere ji malbatê tê xwestin.    Ahmet Kaya, di sala 2014'an de li Colemêrgê bi sûcê "bêdestûr peydekirina madeyên talûke" û "endamtiya rêxistinê" hatiye girtin û 15 sal ceza lê hatiye birîn.    Kaya ku 9 sal in girtiye, 4 meh berê gardiyanan avêtine ser qawîşa wî. Di avêtina ser qawîşê de 15 gardiynan lê xistine û parxanên wî şikandine. Kaya piştî vê îşkenceyê ji Girtîgeha Wanê sewqî Girtîgeha Dûmlû ya ya Erziromê ya Hejmara 1'ê hatiye kirin.    Huzeyca Kaya, dayika Ahmet Kaya, bilêv kir ku bi mehan e kurê xwe nedîtiye û got ku ji ber vê bi fikar in.    PARXANÊN WÎ ŞIKANDIN   Dayik Kayayê got: "4 meh berê gava min bi telefonê bi kurê xwe re xeber da, got şev nîvê şevê gardiyanan avêtiye ser qawîşa wan û li wî û hevalên wî xistine. Piştî vê îşkenceyê parxanên kurê min şikestine. Gava girtiyên di qawîşên din de bertek nîşan didin, gardiyan dest ji îşkenceyê berdidin. Kurê min rakirine nexweşxaneyê û di raporê de nivîsîne ku 2 parxanên wî şikestine. Piştî vê îşkenceyê kurê min sirgûnî Girtîgeha Dûmlû ya Erziromê ya Hejmara 1'ê kirine."    JI BO EMELIYATÊ 250 HEZAR TL LAZIM E   Dayik Kayayê da zanîn ku nexweşîna bêhnstendinê, ya diranan, ya helandina hestiyan û ya madeyê bi kurê wê re hene û got: "Ji ber parxanên wî yên likestî divê emeliyat bibe. Rêveberiya girtîgehê ji bo emeliyata ku dê li Enqereyê bibe 250 hezar TL ji kurê min dixwaze. Ma ez ê vî pereyî ji ku bînim? Hem li kurê min xistin, hem parxanên wî şikandin û hem jî bi ser de pereyan ji me dixwazin."    Kayayê destnîşan kir ku piştî ku kurê wê sewqî Erziromê hatiye kirin ji ber rewşa aborî bi mehan e kurê xw enedîtiye û got: "Ji ber tenduristiya kurê min, em bi fikar in. Piştî dermanên bêhnstendinê dixwe bi me re diaxive."