Sûriyeyî hewl didin kesên piştî erdhejê winda bûne bibînin 2023-03-07 09:09:13   EDENE- 8 kesên sûriyeyî ku li ser Whatsappê koma "Dîtina Mirovên Winda" ava kirine, hewl didin windayan bibînin.    Piştî erdhejên Mereşê, hê jî gelek mexdûrên erdhejê xeberê ji hin xizmên xw enagirin. Mexdûrên erdhejê, piştî erdhejê ji bo xizmên xwe bibînin tu rê nemane serî lê nedane. Penaberên sûriyeyî ku xeberê ji xizmên xwe nagirin li ser hesabên xwe yên medyaya sanal û komên Whatsappê ji bo dîtina xizmên xwe bang dikin û li wan digerin.    Bedîr el Derwêş û Badr Aldarwesh ku 5 sal berê ji ber şerê li Sûriyeyê ji Hûmûsê hatien Tirkiyeyê, li ser Whatsappê koma "Dîtina Mirovên Winda" ava kirine. Her du sûriyeyî bi saya vê komê du xizmên xwe dîtine û niha tevî komeke ji 8 kesan pêk tê hewl didin windayan bigihînin malbatên wan.    Derwêş anî ziman ku tevî 8 kesan koma li ser Whatsappê koma "Dîtina Mirovên Winda" ava kirine û got ku li nexweşxane û edliyeyan li windayan digerin. Derwêş diyar kir ku winda bi vî awayî digihên malbatên xwe û got ku gelek cenazeyên bêxwedî hene û hewl didin van cenazeyan jî bigihînin malbatên wan.    Badr Aldarwesh jî diyar kir ku piştî erdhejê rastî nijadperestiyê hatine û got ku lê tevî hemû êrişan jî armanc dikin ku windayên sûriyeyî û tirkiyeyî bigihînin malbatên wan.    Aldarwesh da zanîn ku heya niha 150 kesî gihandine malbatên wan û got ku ew hewl didin windayan bibînin û divê dewlet jî di vî warî de alîkariya wan bike.    MA / Hamdûllah Yagiz Kesen