Di êrişên kîmyewî yên li dijî dibistanên Îranê de 4 zarok hatin qertilkirin 2023-03-07 11:59:26 WAN - Êrişên bi gazên kîmyewî yên li dijî dibistanên xwendekarên keç ên Îranê berdewam in. Di encama êrişan de 4 zarokan jiyana xwe ji dest dan.    Êrişên bi gazên kîmyewî yên li dijî dibistanên xwendekarên keç berdewam in. Ji 30’ê mijdarê heta niha li rojhilatê Kurdistanê û Îranê êrişên bi gazên kîmyewî dest pê kirine. Heta niha li 33 bajaran bi sedan xwendekarên keç ji van gazan jehrî bûne.    Nayê zanîn bê ka kî van êrişan pêk tîne û têkildarî gazên kîmyewî yên tên bikaranîn jî heta niha tu agahiyên zelal nehatine parvekirin. Lê tê gotin ku di encama van êrişan de herî kêm hezar xwendekarên keç jehrî bûne. Li gorî agahiyên dawî, di encama van êrişên gazên kîmyewî de zaroka bi navê Karîn Alamdarî jî di nav de bi giştî 4 zarokan jiyana xwe ji dest dane.