Li Amedê 3 hezar û 252 avahî xesara giran dîtiye 2023-03-07 13:24:04 AMED - Li Amed û navçeyên wê di erdhejê de xebata tespîta xesara xaniyan temam bû. Li gorî daneyên Platforma Parastina Bajêr û Piştevaniyê ya Amedê 3 hezar û 252 avahiyan xesar dîtiye.    Li Amedê ku erdhejan tesîr li ser kiribû, xebata tespîta xesara xaniyan ên li navend û navçeyan temam bû. Platforma Parastina Bajêr û Piştevaniyê ya Amedê li ser hesabê xwe yê medya dîjtîal têkildarî daneyên xesara avahiyan agahî parve kirin û diyar kir ku li hin gundan xebata tespîtê didome. Li gorî agahiyên Platformê; li ser 159 hezar û 832 avahî lêkolîn hatiye kirin, 22 avahî hilweşiyan e û divê 6 hezar avahî bil ez bên hilweşandin. Platform dibêje divê 3 hezar û 252 avahî xesaren giran dîtine, 2 hezar û 828 avahî jî nîv xesar in, 32 hezar û 652 avahî jî kêmxesar in.