‘Bi zanebûn rê dan êrişên li dijî Amedsporê’ 2023-03-07 15:50:03   COLEMÊRG - Rêxistina HDP’a Colemêrgê êrişên faşîst ên li dijî Amedsporê protesto kir û da zanîn ku rê dane êrişên faşîst ên li dijî Amedsporê.    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) têkildarî êrişên faşîst ên li Bursayê li dijî Amedsporê hatine kirin, li pêşiya avahiya partiyê daxuyanî da. Gelek kes tev li daxuyaniyê bûn û bi hev re strana “Dîren ha Diyarbekir dîren” gotin.    Ji rêveberên HDP’a bajar Asya Akgul êrişên faşîst ên li dijî Amedsporê şermezar kir û wiha got: “Yên ku ew pankartên provakatîf vekirîn û yên di tevahiya şevê de çavên xwe li van provakasyonan girtin, ew kes in ku pêkvejiyana gelan naxwazin û hewl didin li ser siyaseta dabeşkirinê ranta siyasî bixwin. Zîhniyeta ku heta duh digot sporê nekin amûra siyasetê û yên ji ber kurdbûna Amedsporê êriş pêk anî, heman zîhniyet e. Yên ku tehemûla dirûşma ‘hikûmet îstîfa’ nekirîn û biryara qedexeya temaşevanan dayîn, bi zanebûn rê da êrişên li Bursayê.”