Mexdûra erdhejê ya hatayî: Em ê bajarê xwe pêşkeşî kesekî nekin 2023-03-08 09:24:30 HATAY - Mexdûra erdhejê Cemîle Turunç li ser tenûra li taxê nan dipêje, cilan belav dike û xwarinê çêdike. Turunç ku bênavber dixebite, wiha dibêje: “Xeyalên me, keda me li vê derê ye. Em ê bajarê xwe pêşkeşî tu kesî nekin.”    Cemîle Turunç a 68 salî, yek ji mexdûrên erdhejê yên ji Taxa Toygarli ya navçeya Defne ya Hatayê ye. Li gel ku mexdûra erdhejê ye jî, mala xizmên xwe veguherandiye qada piştevaniyê. Hem ji bo şêniyên taxê û hem jî ji bo dilxwazên li qadê bênavber dixebite. Carnan nan dipêje, carnan xwarinê çêdike, carnan cil û bergan dişo û carnan jî cilan li şêniyên taxê belav dike.    DEWLET TUNE BÛ LÊ SOSYALÎST HEBÛN   Turunc, dema li mala xwe ya musteqîl a li taxê dima erdhej çêbûbû. Wiha qala kêliyên erdhejê dike: “Di dema erdhejê de em bi tena serê xwe bûn, tu kes tune bû. Ji dewletê me tu kes nedît. Heta fireka avê jî nedan me. AFAD hat û me jê sako û bot xwestin lê nedan û reviyan. Piştî erdhejê em 5 jê zarok 7 jê sere bi giştî 12 kes 5 rojan di wesayîtê de man. Me nekarî narêzn, wisa li şûna xwe man. Piştre jî me hinek naylon berhev kirin û bo xwe konek vegirt. Piştre jî ciwanên sosyalîst û HDP’î hatin. Gelek baş nêzî me bûn û her tişt vegotin. Ji me re gotin; ‘van deveran terk nekin, dev ji vê derê bernedin.’”    'EM PIŞTEVANIYA HEV DIKIN’   Turunç ku ew bi xwe jî mexdûra erdhejê ye lê yek kêliyê jî nasekine wiha dibêje: “Em piştevaniya hev dikin. Nan dipêjin, xwarinê çêdikin û belav dikin. Firinên me naxebitin lewma em nanê xwe di tenûrê de çêdikin. Ji roja 3’yemîn a erdhejê heta niha ji bo nêzî 400 kesan em nan dipêjin. Em difikirin bê ka dikarin çi bikin an nekin. Ji ber ku tunebûn heye. Em ê heta mirinê jî terka welatê xwe nekin. Em nikarin li cihekî din bijîn. Ev der malê me ne û dê pêşkeşî tu kesî nekin. Keda me di vê derê de heye. Dayikên me, xeyalên me li vê derê hatine veşartin. Em ê di bereqeyan de bijîn lê dê li vir bijîn.”    Her wiha Turunc da zanîn ku pirsgirêkên wan ên weke alavên hîjyenê, daşir û tiştên zarokan didomin.    'EM Ê ROJÊN XERAB BI HEV RE DERBAS BIKIN’   Ji mexdûrên erdhejê Gul Turunç jî anî ziman ku mala wan êdî nema dikare bê bikaranîn lewma di kon de dijîn. Turunç, diyar kir ku bi saya dilxwazan heta niha di mijarên xwarin û avê de pirsgirêk nejiyane û axaftina xwe wiha qedand: “Di halê hazir de me ji bo niha pirsgirêkên xwe yên weke cil û berg û alavên hîjyenê çareser kirine. Lê em nizanin piştî çûyîna dilxwazan dê rewş çawa be. Em her roj ji bo 400-500 kesan xwarinên cuda çêdikin. Heta ku heval hebin dê ev piştevanî jî bidome. Piştî çûyîna wan jî em ê hewl bidin li gorî derfetên xwe bijîn. Em ê van rojên xerab bi hev re derbas bikin. Gelek tiştên me kêm in, serşok tune ne. Me bi derfetên xwe serşok çêkiriye. Pirsgirêka me ya herî mezin av e.”    MA / Eylem Akdag