Li Şirnexê gefa maşotan a li ser çandiniyê roj bi roj zêdetir dibe 2023-03-08 09:42:55 ŞIRNEX - Di nava du hefteyên dawî de li navçeya Hezexê hejmara maşotên çamê pir zêde bûye û xetereyeke mezin li ser qadên çandiniyê dikin.        Di nava du hefteyên dawî de li navçeya Hezex a Şirnexê hejmara maşotên çamê zêde dibe. Maşot, roj bi roj li qadeke berfirehtir belav dibin. Heta du hefte berê jî tenê li Hezexê dihatin dîtin lê belê di van demên dawî de li Kerboran a Mêrdînê, Cizîr, Silopiya û li gelek herêmên din jî belav bûn. Zêdebûn û berfirehbûna maşotan, xetereyeke mezin li ser qadên çandiniyê jî dikin. Cotkarên ku ji ber hişkesaliyê û krîza aborî rojên zehmet derbas dikin, ji ber zêdebûna maşokan bifikar in.    Ev cureyê maşokan herî zêde li gundê Şêxhesen ê Hezexê tên dîtin. Keyayê gund Şehmûs Şiva da zanîn ku cara ewil e rastî tiştekî wiha hatiye. Şiva, got ku Midûriyeta Daristanan a Bajar dermanan direşîne lê ev derman kêm e û şêniyên gund hewl didin bi derfetên xwe rê li ber maşokan bigirin.    ‘KÊM NABIN’   Şiva, da zanîn ku şêniyên gund hewl didin bi derfetên xwe herêmê bireşînin lê hejmara maşokan kêm nabe û wiha bi dawî kir: “Divê rayedarên hîn bêhtir dermanan li herêmê bireşînin. Nexwe dê baxçeyên me tune bibin. Midûriyeta Daristanan a Bajar bo me derman anîn lê kêm anîn. Ji me re gotin hûn bi xwe bi rêya pompaya navmilan derman bireşînin. Em dixwazin ku rayedar dîsa bên vê derê û dermanan bireşînin. Ji ber ku ev kêzik kêm nabin.”