Ji ber 8’ê Adarê seferên metro û funîkulerê hatin betalkirin! 2023-03-08 10:41:49   STENBOL - Walîtiya Stenbolê beriya lidarxistina Meşa Şevê ya Femînîst ku dê îro bê lidarxistin, seferên metro û funîkulerê betal kir.    Walîtiya Stenbolê beriya lidarxistina Meşa Şevê ya Femînîst ku dê îro bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bihaa lidarxistin, bi daxuyaniyekê ragihand ku seferên hinek metro û funîkuleran ji saetan 14.00’an ve hatine betalkirin.    Têkildarî mijarê Metro Stenbolê li ser hesaba xwe ya twîtterê ev peyam parve kir: “Di çarçoveya biryara Walîtiya Stenbolê de dê xetên Îstasyona Taksîmê ya Xeta Metroyê ya M2 Yenîkapi-Haciosman, ketin-derketin a Cadeya Îstîklalê ya Îstasyona Şîşhaneyê û xeta Funîkuler a F1 Taksîm-Kabataşê ji 8’ê adarê saet ji 14.00’an ve ji hatin û çûnê bên girtin.”