Kavilên li Meletiyê li gundên kurdên elewî tên valakirin 2023-03-08 11:17:53   MELETÎ - Kavilên erdhejê yên li Meletiyê dibin li gundên elewiyan vala dikin. Şêniyen gund dibêjin vî tiştî bi zanebûn li dijî gundên kurdên elewî dikin ku koç bikin.    Kavilên erdheja li Meletiyê dibin dirêjin gundên kurdên elewî. Mamûrek ji gundên Sogut, Elmali û Baliklidere pêk tê û nêzî 300 mal hene û hezar û 500 nifûsa wê heye. Li herêmê tenê kurdên elewî dijîn û xelkê gundan dibêje ew her tim di bin zextan de ne. Welatiyên li gundan dibêjin ku niha jî ew bi kavilên erdhejê ku tije asbest in tên koçberkirin.    KANA KEVIRAN LI GUND HATIYE VEKIRIN    Xelkê gund dibêje berê hatiye xwestin ku kana keviran bê vekirin û îtîrazî vê kirine û bi rêya dadgehê betal kirine û tevî vê yekê jî şirketek din hatiye kana keviran vekiriye. Xelkê gund dibêje her tim zextên ku wan tacîz dikin li ser wan hene û niha jî ew bi xetereya toz û gemara kavilên erdhejê re rûbirû mane.    KAMERA LI GUND BICIH KIRINE    Xelkê gund tîne ziman ku ji bere w kurdên elewî ne polîtîkaya koçberkirinê li wan tên ferzkirin û li herêmê 50 gund hene lê tenê li gundê wan pergala kamerayê ya MOBESE’yê hatiye bicihkirin. Xelkê gund dibêje ku wê kavil bikin ku hemû çavkaniyên wan debarê jî ji destê wan biire û ji bilî koçberiyê tu şertek wan din namîne û dixwazin ji bo kavilan cihek din were dîtin. Xelkê gund tînin ziman wan xwestiye bi rêya partiyên siyasî jî vê mijarê bînin rojevê lê kesî dengê wan nebihîstiye.    KAVIL TENDURISTIYA WAN XERA DIKIN    Yusuf Ozgun ê ji gundê Baliklidere da zanîn ku kavil 500 mîtro dûrî mala wî tên valakirin û ji roja sêyemîn a erdhejê ve kavilan anîne li wir vala dikin. Ozgun da zanîn kavilên tên valakirin tenduristiya wan û xwezaya wan xera kiriye û xwest ji bo vê yekê çareserîyek were peydakirin.    MA / Sedat Yilmaz