Xelkê Amedê: Amed û Amedspor dilê me ye 2023-03-08 12:25:07 AMED - Xelkê Amedê bertek nîşanî êrişên Bursasporê û xwedîderketina Devlet Bahçelî dan û gotin ew ê hem xwedî li Amedê hem jî xwedî li tîma Amedsporê derkevin û dê trîbunan tije bikin.    Roja 5’ê adarê li seha Bûrsasporê maça Amedsporê û Bursasporê hebû. Lîstikvanên Bûrsasporê û alîgirên xwe êrişî lîstikvan û alîgirên Amedsporê kirin. Şirîkê îktidara AKP’ê Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî xwedî li êrişa alîgirên Bûrsasporê derket û carek din înkara Amed û Amedsporê kir. Xelkê Amedê bertek nîşanî Devlet Bahçelî, êrişên alîgir û lîstikvanên Bûrsasporê dan û diyar kirin ku nîşandana posterê Torosê û Mahmut Yildirim ê bi nasnavê “Yeşîl” ku wek berpirsê faîlê nediyar tê zanîn wek peyama li dijî gelê kurd nirxandin. Xelkê Amedê diyar kirin ku ew ê her li tîma xwe Amedsporê derkevin.    DEVLET BAHÇELÎ KÎ YE?   Selahaddîn Taner diyar kir ku bi wêneyê kontrgerîlla Mahmut Yildirim (Yeşîl) peyam dane gelê kurd û wiha got: “Gelo ew Devlet Bahçeliyê ku Amedsporê nas nake, gelê Amedê wî nas dike? Bahçelî kî ye? Ew piyonek e, bi tena serê xwe nikare tiştekî jî bike. Bi hezaran mirovên me xistin girtîgehan. Divê gelê Amedê baş dizanibe, ew dijminên me ne.”    DIJMINATIYA KURDAN DIKE    Ciwanê bi navê Omer Şahîn jî wiha got: “Em ji Torosên we natirsin. Em ji wan paçikên we jî natirsin. Bahçelî dijminatiya gelê kurd dike. Wê Amedspor her tim hebe. Em bi gotinek Bahçelî naqedin. Ji ber ku Amedspor gelê kurd temsîl dike hez nakin. Em ê heta dawiyê Amedsporê biparêzin.”    ‘NE HEWCEYÎ BERSIVDAYÎNÊ YE JÎ’    Hayrî Dogal jî anî ziman ku gelê kurd gelek baş ji peyama torosan fêm dike û got: “Jixwe ne hewce ye ez bersiva Devlet Bahçelî j^ibidim. Jixwe em jê hez nakin. Gef û heqaretên wî ji bo me ne nû ne. Amedspor dilê me ye.”    Egît Can jî destnîşan kir ku êrişên li dijî Amedsporê nêrîna li dijî gelê kurd carek din raxist ber çavan û wiha axivî: “Gotinên Bahçelî ne nû ne. B isalen dixwaze gelê me tune bibe û lê gelê kurd bi van gotinên wan naqede. Divê gelê kurd şiyar be. Bila heta ku dixwazin me tune bihesibînin lê tiştek naguhere. Em her hene û em ê hebin. Em ê bi berxwedana xwe bi ser bikevin.”    ‘NAVÊ AMEDÊ NAYÊ NÎQAŞKIRIN’    Mesût Yakût jî nîqaşa li ser hebûna Amedsporê bêmane ye û got: “Amedspor xwe bi dinyayê daye qebûlkirin û wê her hebe.”    Zulfîkar Kiliç jî da zanîn ku wê Amedspor her hebe û got: “Wê ji vê gavê şûn ve jî navê Amedsporê neguhere. Amedspor remza welatê me ye. Em ê her li cem Amedsporê bin û piştgiriya tîma xwe bikin.”   Îbrahîm Kaya jî diyar kir ku heke navê cihekî hebe dê navê tîma wî cihî jî hebe û got: “Ev der Amed û navê tîma wê jî Amedspor e. Divê wan êrişkarên nijadperest bên cezakirin.”    GEFA KUŞTINÊ LI KURDAN DIXWIN   Azîz Yeşîl jî destnîşan kir ku divê her kes vê êrişa nijadperest şermezar bike û bi posterên “Yeşîl” û Torosê jî xwestin peyamê bidin gelê kurd. Yeşîl got ew êrişên Bûrsasporê qebûl nakin û wan poster û gotinên Bahçelî qebûl nakin.    Ahmet Yalçin jî anî ziman ku posterên di trîbunên stadê de hatin nîşandan gefeke li dijî gelê kurd û got: “Bi posterê wan dibêjin ‘me duh we kuşt û em ê sibê jî we bikujin’. Vê peyamê didin me. Her wiha Devlet Bahçelî kî ye?”    ‘YÊN KU ME NAS NEKIN EM JÎ WAN NAS NAKIN’   Mehmet Bayhan jî divê ji heft saliyan heta heftê saliyan her kes xwedî li Amedsporê derkeve û got: “Em xelkê Mezrobotan in. Em xwediyê vê axê ne. Ew nikarin tarîxa me şaş bi me bidin fêrkirin. Ez dixwazim hemû ciwan dîroka xwe baş dizanibin. Em vê faşîzmê qebûl nakin. Yên ku Amed û Amedsporê nas nakin, em jî wan nas nakin.”    MA / Mehmet Guleş