Gerok Ma bi rê ket: Ji bo piştevaniyê em li benda we ne 2023-03-08 13:26:21 AMED - Gerok Ma, ji bo zarokên mexdûrê erdhejê bêhuner nemînin bi rê ket û ev bang kir: “Kerem bikin xwe bigihînin me û hûn jî tev li bernameya me bibin, em li benda piştevaniya we ne.”   Sazî û dezgehên hunerê yên Amedê ji bo alîkarî û piştevaniya zarokên ku mexdûrê erdhejê re, bi bernameyeke nû ya bi navê “Gerok Ma” derket rê. Gerok Ma îro hemû amadehiyên xwe qedandin û ber bi navçeya Bazarcix a Mereşê ve kete rê. Gerok Ma bi hevkariya saziyên hunerê yên weke Ma Musîc, Zarok Ma, Komeleya Wêje û Çanda Jin (KASED), Şanoya Bajêr a Amedê, Komeleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn, Navenda Çand û Hunerê ya Dîcle Firatê, ŞanoWan, Navenda Aryen û Navenda Çand a Mezopotamyayê (NÇM) pêk tê.    Seroka KASED’ê Devrîm Demîr da zanîn ku ew ji bo zarokên mexdûrê erdhejê atolyeyên hunerî çêbikin derdikevin rê û wiha domand: “Em dê nêzî 10 rojan li qadan bin. Lê ev xebat dê domdirêj, belkî 2 yan jî 3 salan berdewam bike. Em ê bi awayekî periyodîk weke dibistaneke gerok li herêmên erdhejê bigerin. Bi zarok, ciwan û jinan re xebatên xwe yên hunerî bimeşînin. Îro di heman demê de 8’ê Adarê ye. Em bi vê mebestê, 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê di serî de li jinên têkoşer ên kurd û hemû jinên cîhanê ku li ber xwe didin pîroz dikin. Hêviya ku bibe azadiya jinê û vê sedsalê veguherîne sedsala jinê.”   BANGA PIŞTEVANIYÊ HAT KIRIN   Piştre Koordînatorê Ma Musîcê Şêrko Kanîwar bang li sazî û aktîvîstên hunerê kir û wiha got: “Em weke Gerok Ma’yê ku bi gelek saziyên hunerê û bi hevkariya Egîtîm Sen’ê xebatan dikin banga me bo hemû sazî û dezgehên hunerî ku bi zarokan re dixebitin, li hemû aktîvîstên ku bi zarokan re xebatên hunerî dikin ev e; kerem bikin xwe bigihînin me hûn jî tev li bernameya Gerok Ma’yê ya ji bo zarokên mexdûrên erdhejê bibin. Her wiha em bangek din jî ji bo amûrên weke kaxiz, boyax, pênûs, firçe, kûrsiyên zarokan, maseyên biçûk ên zarokan hwd ku dê ji bo me hewce bin dikin. Ji bo piştevaniya we jî em ê li benda we bin.”