YNK û PDK: Me li ser guhertinên qanûna hilbijartin û komisyonê li hev kir 2023-03-08 20:17:27   NAVENDA NÛÇEYAN - Şandeya hilbijartinê ya YNK û PDK’ê li ser pirsgirêka hilbijartina Herêma Kurdistanê civiyan û piştre daxuyaniyeke hevbeş belav kirin. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku têgihiştineke wan ya li ser guhertina qanûna hilbijartinê û jinûve çalakirina Komîsyona Hilbijartin û referandûmê heye.   Li ser pirsgirêka hilbijartina Herêma Kurdistanê şandeyên hilbijartinê yên Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) û Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) li hev civiyan û daxuyaniyeke hevbeş belav kirin.   Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di civîna ku erênî derbasbûyî de têgihiştinek hevbeş li ser guhertina yasaya hilbijartinê û jinûveçalakkirina Komisyona Hilbijartin û Referandûmê hebû, bi vê armancê wê nûnerên her du aliyan li Parlamentoya Herêmê dest bi pêngavên qanûnî bikin.   Her wiha hat ragihandin ku wê nêrînên partiyên din ên siyasî jî li ber çavan bên girtin û wê ji pêkhateyan li ser nûnerên wan, nêrîn were girtin. Di heman demê de Serokê Fraksiyona PDK’ê Zana Mela Xalid û Serokê Fraksiyona YNK’ê Ziyad Cebar jî piştî civîna di navbera her du aliyan de daxuyaniyeke hevbeş dan çapemeniyê.   Serokê Fraksiyona PDK’ê Zana Mela Xalid di daxuyaniyê de destnîşan kir ku li gel YNK’ê têgihiştineke wan a baş heye ku xalên hevbeş ên di navbera her du aliyan de zêdetir bûn. Her wiha Xalid diyar kir ku li gel YNK’ê di rêzgirtina li îradeya pêkhateyan de hemfikir in.   Serokê Fraksiyona YNK’ê Ziyad Cebar jî destnîşan kir ku têgihiştineke baş heye û wê civîn jî berdewam bikin.