Lêgerîna tazî li hevjînên hev Mehmet û Adle Samûr hat ferzkirin 2023-03-08 22:22:47   RIHA - Hat hînkirin ku li girtîgehê lêgerîna tazî li hevjînên hev Mehmet Samûr û Adle Samûr hatiye ferzkirin. Mehmet û Adle Samûr, li Pirsûsê tevî 5 kesan bi îşkenceyê hatibûn binçavkirin û paşê hatibûn girtin.    Li gundê Mishecerkê yê navçeya Pirsûsê ya Rihayê di 2’ê Adarê de Mehmet Samûr (61) û hevjina wî Adle Samûr (60) tevî 5 kesan bi îşkenceyê hatibûn binçavkirin û di 5’ê adarê de jî bi hinceta, "endamtiya rêxistinê" hatibûn girtin.    Hat hînkirin ku li Girtîgeha Rihayê ya Hejmara 1 a Tîpa T'yê li Mehmet û Adle Samûr Mehmet Samûrê lêgerîna tazî hatiye ferzkirin. Hevjînên hev bi rêya parêzerên xwe ragihandin ku lêgerîna tazî qebûl nekirine, lê bi darê zorê ew tazî kirine.    ÇI QEWIMÎBÛ?   Li gundê Mishecerkê yê navçeya Pirsûsê ya Rihayê, di 24'ê Sibatê de Sitki Kûrtoglû (ku tê gotin PKK'yî ye) û leşker pevçûbûn. Piştî vê pevçûnê Mehmet û Adle Samûr jî di nav de 7 kes di 2'yê adarê de bi îşkenceyê hatibûn binçavkirin. Piştî binçavkirinê Mehmet Samûr û Adle Samûr hatibûn girtin.