Tûtinfiroş alîkariyê naxwazin, dixwazin astengiyên li ber wan bên rakirin 2023-03-09 09:02:40   MELETÎ - Li Wêranşarê keda salekê ya tûtinfiroşan di bin kavila de ma. Cotkaran got ku ew ji dewletê alîkariyê naxwazin, ew dixwazin dewlet astengiyên li ber bazarkariyê rake.    Li navçeya Wêranşar a Meletiyê, keda salekê ya cotkarên tûtinê û mişmişan di bin kavilan de ma. Cotkarên tûtinê diyar kirin ku ew ji dewletê û rayedaran alîkariyê naxwazin, ew dixwazin astengiyên li ber bazarkariyê bên rakirin.    Mehmet Aydiner diyar kir ku li gundên Meletî û Semsûrê piraniya gel debara xwe bi tûtinê dike û wiha got: "Lê piraniya tûtina me di bin kavilan de ma. Gelek mirovan çendî xetere bû jî hewl dan keda xwe ji bin kavilan derxin. Em neman. Lê ger qanûnek nû bê çêkirin dibe ku em tûtinfiroş bi xwe ve bên. Em xwe bi wxe ancax birînên xwe dikarin birînên xwe bicebirînin."    ‘KÊMKIRINA BACÊ BANDORÊ LI ME NAKE'   Aydiner daxuyaniya Serokkomarê AKP'î Erdogan bibîr xist ku çend roj berê li Semsûrê gotibû dê baca tûtinê ji sedî 50 kêm bikin û wiha pê de çû: "Jixwe baca ji sedî 55 bi OTV'ê re dibe ji sedî 66. Ev bikêrî cotkaran nayê. Ji ber ku qanûnek tune ye, ev dê bi kêrî febrîqe û şîrketan bê. Jixwe karê me niha qedexekirî ye. Anku kêmkirina bacê dê bandorê li me neke."    ‘DÊ BIBE HILWEŞÎNEKE NÛ'   Cotkar Kazim Ûzan jî da zanîn ku tûtina wî di bin kavilan de maye û axurên wan hilweşiyane. Uzan, bi domdarî ev tişt anî ziman: "Em dixwazin dewlet alîkariya cotkaran bike. Em naxwazin dewlet cotkariyê bikuje. Di dema çandiniyê de divê cihê mayinê ji bo cotkaran peyde bike û mazot û gubere bide cotkaran. Em dixwazin kredyê bê faîz bide. Ger dewlet di warê sewalvanî û çandiniyê de alîkariyê neke, dê rûxandina duduyan çêbibe. Em cotkar îsal ji binî ve mexdûr bûn."    Cotkar Abdûrrahman Başak jî diyar kir ku 2 ton û nîv tûtina wan di bin kavilan de maye û ji bo wê derxin bi derfetên xwe xebitîne. Başak da zanîn ku tenê çend torbe tûtin ji bin kavilan derxistine û wiha derbirî: "Em li bendê ne ku rayedar alîkariyê bikin. Tişta me ji bin kavilan derxist ji xwe derxist, ên mayî jî em ê paşê derxin. Piştî erdhejê piraniya xizmên me koç kirin. Em jî ji bo tûtina xwe li vir in."    ‘EM NE LI BENDA ALÎKARIYÊ NE'   Başak bilêv kir ku ji rayedaran tu alîkariyê naxwazin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Tenê bila di warê firotina berên me de astengiyan nedin ber me bes e. Em li vir debara xwe bi tûtinê dikin. Lê dewlet dixwaze vê têxe destê hin derdoran tenê. Em li dijî vê ne. Bila dewlet bela xwe ji me veke û astengiyan nede ber me. Em ê bi awayekî ji bin vî barî rabin. Lê dewlet astengiyan dide ber me. Gava em tûtina xwe dişînin derveyî Meletiyê em bi 'qaçaxçîtiyê' tên tawanbarkirin. Qanûnek wiha çêkirin. Dibe ku piştî erdhejê çend mehan xwe li nedîtinê deynin. Lê em dixwazin ev qanûn bê betalkirin."    Mehmet Başak jî bilêv kir ku 9 ton tûtina wî di bin kavilan de maye û axaftina xwe wiha qedand: "Me bi derfetên xwe piraniya wê ji bin kavilan derxist. Em mexdûr in û niha em doza cihekî hêwirandinê dikin. Em nizanin em ê vê tûtina ku me ew ji bin kavilan derxistiye bi çi qasî bifiroşin. Êdî kirîger û wijdanê xwe."    MA / Dilgeş Rûvanas