‘AFAD li taxa hemberî me bû lê 4 rojan mudaxile nekir’ 2023-03-09 10:42:25   HATAY - Mexdûrê erdhejê Mert Arslanyurek diyar kir ku Koordînasyona AFAD’ê ya Hatayê li taxa hemberî wan bû lê 4 rojan mudaxile nekiriye û wiha got: “Bajarê me li ber çavê me tune bû.”    Welatiyê bi navê Mert Arslanyurek di dema erdhejê de li Taxa Serînyola Antakya ya Hatayê bû. Di erdhejê de hevalên xwe yên zarokatiyê û xizmên xwe winda kir. Arslanyurek dibêje ku Koordînasyona AFAD’ê ya Hatayê li taxa hemberî taxa wan bû lê 3-4 rojan bi hawara wan nehatiye. Arslanyurek, got ku tevî kesên dilxwaz xebatên lêgerîn-rizgarkirinê domandine û bûne şahidê tunebûna bajar. Li gel ku ew bi xwe jî mexdûrê erdhejê ye, di Piştevaniya Erdhejê ya Hatayê de cih digire û ji bo bajarê xwe bi şev û roj dixebite. Arslanyurek qala kêliyên erdhejê û pêvajoya piştre kir.    TAXÊN JI NEXŞEYÊ JÊÇÛYÎN   Arslanyurek diyar kir ku bajarê ku ew lê ji dayik bûy û mezin bûbû, ji nexşeyê çûye û wiha got: “Ez ji Antakyayê me. Li Serînyolê dijîm. Ez nizanim rêjeya mirinê ya vê derê çi ye lê dizanim ku pir zêde ye. Hinek tax hene ku ji nexşeyê jê çûne. Nifûsa taxa me derdora 20 hezar bû û avahiyên pirqat ên li vir tevek hilweşiyan. Malên mîna yên min ên musteqîl zêde xesar negihiştê. Em bi şens bûn, me karê înşaetê dikir û me bi xwe çêkiribû. Ji xizmên min ên herî nêz kesek nemir lê hevalên min ên zarokatiyê û xizmên min ên hinek dûr jiyana xwe ji dest dan. Me dît ku tax û bajarê me tune bû. Ev yek bi tena serê xwe bo me windahiyeke mezin.”    KOORDÎNASYONA AFAD’Ê NÊZ BÛ LÊ...    Bi domdarî Arslanyurek anî ziman ku di dema erdhejê de li taxê bû û wiha pê de çû: “Di dema erdhejê de ceyran çûn û telefonan nedikişand. Miletî nedikariya xwe bigihînin xizmên xwe, cîranên xwe. Xelkê taxê bi derfetên xwe hewl dan xizmên xwe ji bin kavilan derxînin. Ji saetên destpêkê ve me hewl da cîranên xwe ji bin kavilan derxînin. Koordînasyona AFAD’ê ya Bajar li taxa hemberî me bû lê 3-4 rojan tu kes nehat. Malbatan li pêşiya AFAD’ê hêvî û rica dikirin û alîkarî dixwestin. Mixabin AFAD 3-4 rojan nehat. Li taxa me qişleyeke leşkeriyê hebû û hinek deverên wê hilweşiya bûn. Lewma wan jî alîkarî nedan. Di roja 4’an de hinek komên profesyonel hatin lê pir kêm bûn. Me bi derfetên xwe kavil rakirin lê pirsgirêka alavan hebû. Em pispor jî nebûn û me hewl da li gorî hêza xwe bibin alîkar. Ev jî kêm bû. Di halê hazir de îro jî gelek kes av û konan peyda nake. Ava şebekeyê heye lê şaredarî dibêje talûke ye.”    SAZIYÊN CEMAWERIYÊ JÎ HILWEŞIYAN    Di berdewamê de Arslanyurek ev tişt anî ziman: “Heta roja 4’an jî me tu wesayîtên fermî nedîtin. Me dît ku saziyên dewletê bi xwe jî li gorî danezana erdhejê tevnegeriyane. Nexweşxane, dibista, qadên leşkerî, avahiyên emniyetê tevek hilweşiyan. Lewma em dikarin bibêjin ku hêza cemaweriyê tune bû. Piştî hefteya destpêkê hêzên ewlekariyê li Antakyayê hinek bi cih bûn. Hêj niha jî alîkariyên weke kon, erzaq û hwd. ji hêla rêxistinên civaka sivîl ve tên kirin. Alîkariyên dewletê pir kêm in. Di esasê xwe de êdî gel ev rastî qebûl kiriye. Ji roja 2’yemîn a erdhejê heta niha di Koordînasyona Piştevaniyê ya Hatayê de cih digirim. Gelek partiyên siyasî xebatên hevpar dikin û li gelek deveran konên koordînekirinê û maseyên krîzê hatine avakirin. Em niha jî hewl didin alîkariyan bigihînin taxan û bi zarokan re dilîzin. Parêzerên dilxwaz jî pêvajoya hiqûqî dimeşînin. Alîkarî hêj tên lê kêm in û kêm dibin. Pirsgirêka ava vexwarinê heye. Em banga alîkariyê dikin. Niha kêmek av ma ye û nizanim dê di demên piştre de çi bibe. Banga me ji bo her kesî heye ku piştevaniyê xurt bikin.”    MA / Eylem Akdag