Hunermend Alî Baran hat binçavkirin 2023-03-09 10:59:49   STENBOL - Hunermend Alî Baran ku ji bo xebatên albûma xwe ya nû hat Stenbolê, hat binçavkirin.    Hunermendê kurd Alî Baran ê li Almanyayê dijî ji bo xebata albûma xwe ya nû hat Stenbolê. Baran li Balafirgeha Sabîha Gokçen ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin. Hat zanîn ku bi îdiaya “propaganda rêxistinê kiriye” dê îfadeyên Baran bên girtin. Hat diyarkirin ku Baran ji bo îfade bide dozgeriyê wî birin edliyeyê.   Tê payîn ku Baran îfade bide dozgeriyê.