Li Qers û Agiriyê bazarên heywanan hatin girtin 2023-03-09 13:12:36   QERS/ AGIRÎ - Li Qers û Agiriyê ji ber nexweşiya şebê bazarên heywanan hatin girtin.    Li Qers û Agiriyê ji ber varyanta SAT-2’yê ya nexweşiya şebê bazarên heywanan hatin girtin. Duh li Agiriyê bazara heywanan ji aliyê Miduriyeta Tenduristiya Heywan û Wezareta Daristan û Çandiniyê ve hate girtin, bazar wê di navbera 20 25 rojan girtî be. Li Qersê jî îro Bazarên Heywanan ên Şaredariya Selîm û Qersê hatin girtin. Derbarê bazarên heywanan ên li Qersê agahiya wê kengî bên vekirin nehate wergirtin.