Hevserokê KNK'ê Karamus: Banga Bafil Talabanî îşaretek e ji bo avakirina yekîtiya niştimanî 2023-03-10 09:03:31   NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokê KNK'ê Ahmet Karamûs diyar kir ku daxuyaniya KCK'ê û banga Serokê Giştî yê YNK'ê girîng in û got: "Dewleta tirk ji dîrokê heta niha helwesta kurdan a mirovane îstîsmar kiriye. Ji bilî şer, qirkirin û dagirkirinê tu vîzyoneke wan a din tune ye."   Di 6'ê sibatê de li navçeya Bazarcixê ya Mereşê bi pileyên 7.7 û 7.6 du erdhej çêbûn. Her du erdhejan bandor li 11 bajaran kiribûn û di ser 45 hezarî re mirov jiyana xwe ji dest dabûn û bi deh hezaran kes jî birîndar bûbûn. Lê Tirkiyeyê tevî vê yekê jî êrişên xwe yên li ser Başûrê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê domandibûn. Berevajî vê KCK'ê jî di 10'ê sibatê de ragihandibû ku ji ber erdhejê wan heya demekê çalakiyên leşkerî rawestandiye. Lê belê dewleta tirk hem ji hewayî hem jî ji bejahiyê ve êrişên xwe yên li dijî HPG’ê ku di pozîsyona parastinê de bû, domandin. Di daxuyaniya HPG’ê de, hatibû diyarkirin ku piştî vê biryara wan dewleta tirk carekê bi bombeya qedexe, 5 caran bi balafirên şer, 43 caran bi obus, tanq û çekên giran êrişî hêzên wan kiriye û ew jî neçar mane ku bersivê bidin. Her wiha ji bo sekinandina şerê heyî yê li Rojava û Tirkiyeyê Serokê Giştî yê YNK’ê Bafil Talebanî jî ji bo avakirina yekîtiya neteweyî bang li Partiya Demokratîk a Kurdistan (PDK) kiribû. Lê heta niha PDK'ê bersiveke erênî nedaye vê bangê.    Hevserokê Kongreya Netewî ya Kurdistan (KNK) Ahmet Karamus, biryara KCK'ê ya rawestandina çalakiyên leşkerî û banga Bafil Talabanî nirxandin.    'DIXWAZE KU BALA GEL BIDE SER TIŞTEKÎ DIN'   Ahmet Karamus bal kişand ser banga KCK'ê ji bo domandina çalakiy6ên leşkerî û got ku Tirkiye careke din ev tişt bi karanî û wiha axivî: "Biryara KCK'ê biryareke mirovahî bû, biryareke wijdanî bû û biryareke exlaqî bû. Ji ber ku xelkê me yê Bakurê Kurdistanê rastî kareseteke mezin hat. Bê şik baweriya me dihat ku KCK û hêzên HPG'ê di rewşeke wiha de çalakiyên xwe rawestînin. Ev biryareke di cih de bû. Vê biryarê di asta neteweyî de jî deng veda. Lê dewleta tirk di vê pêvajoya erdhêjê de jî her û her şer û êrişên xwe berdewam kir. Ji ber ku hebûna dewleta tirk li ser kuştinê ye, li ser komkujiyê ye û li ser êrişan e. Ji bilî wê tu tiştekeîdin qebûl nake. Ev ne cara ewili bû. Jixwe dewleta tirk di kîjan demê de, di kîjan rewşê de derfet bibîne wê ji xwe re dike firsend û biryarên bi vî rengî îstîsmar dike. Dixwaze ku bi vê şêwazê bala gel bide ser tiştekî din. Rewşên taybet bi kar tîne û êrişên xwe dike. Kengî derfet bibîne hingê li hemberî aştîxwazan, siyasetmederan û sivîlan êrişên xwe didomîne. Karaseteke xwezayî li Tirkiyeyê rû daye û bi deh hezaran kesan jiyana xwe ji dest daye, bi deh hezaran mirov birîndar bûne û bi mîlyonan mirov li kuçeyan bêwar, bêmal mane. Ev hejmar gihîştiye 10-15 mîlyonan. Ev karesateke ku di cîhanê de îstîsna tê dîtin. Lê ruxmî wê jî Tirkiye êrîşên xwe berdewam dike."   'DEWLETA TIRK HELWESTA KURDAN A MIROVANE ÎSTÎSMAR DIKE'   Karamus di berdewamê de got ku ji dîrokê de heta niha dewleta tirk her tim pêvajoyên bi vî rengî li gorî berjewendiyên desthilata xwe bi kar anîne û wiha pê de çû: "Dema ku di navbera Ûkrayna û Rûsyayê de şer dest pê kir tevahiya cîhanê bi wê ve mijûl bû. Ji ber ku ev şer, şereke wisa bû ku tevahiya cîhanê li hemberî wê pozîsyonek girt. Yên ku tevlî şer bûn, yên ku alîkarî dan, yên ku piştgirîya Ûkrayna kirin, yên ku xwestin çareseriyê pêk bînin û yê ku hevgirtin bi  Rûsyayê kirin hebûn. Dinya hemû bi vê mijûl bû, lê Tirkiyeyê êrişên xwe yên hewayî, bejahî û bi çêkên kîmyewî berdewam kirin. Êrişên gelek cidî birin ser Rojava û ji bo ku tevahiya Rojavayê Kurdistanê dagir bike tevgeriya. Lê konjoktora siyasî ya navdewletî rê nedayê. Ev aliyekê meselê ye. Dewleta tirk şerê Rûsya û Ûkraynayê jî ji xwe re weke firsendê dît û her û her êrişên xwe berdewam kirin. Heta di wê pêvajoyê de bi deh caran çekên kîmyewî jî bi kar anîn. Dinya bi pirsgirêkên din mijûl bû, Tirkiye bi birina êrişan a li ser kurdan re mijûl bû. Ev karakterê dewleta tirk e. Ew dewleteke ku di dîrokê de heta niha xwedî komkujiyan e, xwedî berhemên jenosîdan e. Ji bilî şer, qirkirinê û dagirkirinê tu vîzyoneke wan a din tune ye. Ji ber wê jî her carê êrişên xwe didomîne. Ji ber ku dizanîn dinya bi tiştekî din re mijûl bû. Ev cara duyem e ku birêz Cemîl Bayik dibêje. Heta peyameke din jî da û got, 'heger ev derfet û firsend çêbibe bi qasî miskalê rêya danûstandinê û diyalogê ku bê rojevê dê ev agirbest bibe agirbesteke mayinde.' Lê belê Tirkiye ji peyamên wiha fêm nake. Helwesta kurdan a mirovane îstîsmar dike. Li dijî vê bêdengî û bêhelwestbûna dewletên cuda jî diyar e. Dewleta tirk bi vê helwesta xwe careke din dide nîşandin ku dewleteke êrîşkar e, dewleteke kolonyalîst e. Di dîrokê de gelek rewşên wiha çêbûne û dewleta tirk ew bi kar aniye."    'EV BANG JI AVAKIRINA YEKÎTIYA NIŞTIMAN RE ÎŞARETEK E'   Hevserokê KNK'ê Ahmet Karamus,bal kişand li ser girîngiya banga Serokê YNK'ê Bafil Talabanî jî û diyar kir ku ev ji bo çareserkirina pirsgirêkên kurd û Kurdistanê gaveke girîng e û wiha dom kir: "Me banga birêz Bafil Talabanî bi baldarî guhdar kir. Ji ber ku helwestên bi vî rengî girîng in. Birêz Talabanî hem bang li hêzên Bakurê Kurdistanê û hem jî bang li PDK'ê kir. Ev bangeke di cih de bû û di wextê xwe de hatiye kirin. Li gorî nêrîna min ev ji bo yekîtiya niştiman îşaretek e."   Karamus bal kişand ser rewşa Başûrê Kurdistanê û got: "Çi di asta siyasî de, çi di asta aborî de û çi jî di asta civakî de di nav qeyraneke gelek cidî de ye. Pêwîst e ku her du partiyên siyasî vê mijarê bi rêya diyalogê çareser bikin. Bangawaziya birêz Talabanî jî di vê çarçoveyê de bû. Ji aliyê partiya YNK'ê ve cara yekem e ku înîsiyatîfeke wiha tê standin. Ji ber ku qeyrana li Başûrê Kurdistanê dibe sedema pirsgirêk û astengiyên gelek mezin û bi xwe re pirsgirêkan tîne. Ev bang hem ji bo krîza aborî ya Kurdistanê re girîng e û hem jî ji bo çareserkirina pirsgirîka heyî girîng e. Ji bo parastina deskeftiyên kurdan ên li çar perçeyan jî girîng e. Di her çar perçeyan de rewşa kurdan di merheleyeke gelek hesas de derbas dibe. Qeyrana ku dewleta Îranê di nav de ye û ev bêtir mezinkiriye, derfetên gelek mezin daye destê aştîxwezan. Derfeteke mezin dide destê kesên ku guhertinekê li Rojhilatê Kurdistanê dixwazin. Pirsgirika netewîbûnê ya li Rojhilatê Kurdistanê pêwîstî bi çareseriyê heye. Di heman demê de Rojavayê Kurdistanê jî rastî heman êrişan tê. Her roj rastî êrişên Tirkiyeyê tên. Rojava ku gihîştiye asteke wisa da ku blokên cuda hevdîtin dikin. Rojava di warê trafîka di asta dîplomasî de bi hêzên çekdarî, serokên hêzên leşkerî serdana Rojava dike îşareta wê dide ku li Rojavayê pirsgirêk rû didin û ev pirsgirêk dê kûrtir bibin. Di vê çarçoveyê de em bangawaziya birêz Talabanî hêja dibînin û divê ku her kes piştgiriyê bide vê bangawaziyê. Em KNK piştgiriyê didin vê bangawaziyê. Em bi hêvî ne ku dê danûstandin çêbibin."   'DIVÊ BANGÊ ESAS BIGIRIN'   Karamus xwest ku hemû hêzên kurdan guh bidin vê bangê û got: "Ev bang kar û xebateke me ya stratejîk e. Pêkanîna wê erk û wezîfeya me ye. Pêwîst e ku hêzên kurd û Kurdistanî bibin xwedî însiyatîfek û bi vî rengî tevbigerin. Û bangên bi vî rengî esas bên girtin. Divê em ji bo pêkanîna van bangên bi vî awayî bi israr bin û danûstandinên xwe hîn xurttir bikin. Em ê vê bangê bixin rojeva xwe. Ji bo ku hêz bidin vê înîsiyatîfê em ê hê bêtir xurt bibin û bikevin nava liv û tevgerê. Pêwîst e ku ev derfet ji dest me neçe, da ku em encamekê jê bigirin."