Derbarê bajarê me de tiştên xweş binivisîne keko… 2023-03-10 09:57:26   NAVENDA NÛÇEYAN - Abdulkadîr ku li ser tankêra avê ku dibe ser kavilan diyar dike ku wan kirine dijminê kurdan û ew xwe wek ulkucu pênase dike û tevî ewqas karesata çêbûye jî dibêje, “Keko derbarê bajarê me de tiştên xweş binivisîne.”   Ez li Semsûr û Meletiyê piştî erdhejê bûm şahidê karesatek mezin û mînaka piştevaniyê. Niha jî dema xatirxwestina ji van her du bajaran e. Mereş navenda vê karesatê bû. Her dever hilweşiyabû.    Beriya niha bi 45 salan li Mereşê komujiyek giran li dijî welatiyên kurdên elewî pêk hatibû û piştre tiştên nexweş qewimîbûn. Niha jî rêxistinên girseyî yên demokratîk navendên piştevaniyê li derveyî navenda bajêr ava kirine, li navenda bajêr konên cemaetan hatine avakirin û min kir û nekir tiştên pêşdaraz hatin bîra min. Pêşdarazê min jî rast derketin.    Li bajêr di destê min de wênekêş heye. Mamê Huseyîn ku hemû sermayeya wî ku çapxaneya wî ye di bin kavil de maye û xemgîn e. Mamê Halîl jî rastî min hat û dem amin got ez ji Mêrdînê hatime bi destê min girt.    Mamê Halîl dibêje, “Her kes ji rojhilat li hawara me hat. Ji Mêrdînê, Batmanê, Siwêregê, bi hawara me ve beziyan.” Neviyê wî jî dibêje, “Keko hemû kurd bûn hatin alîkariya me. Dewlet li vir tune bû. Kurd beziyan hawara me. Xwedê ji wan re razî be.”    HER TIM CIHÊ DIDÎTIN LÊ EWILÎ EW ÇÛN HAWARÊ    Ciwanek ku dibêje ew di nava Dergaha Ulku de mezin bûye, wiha dixive: “Ew kesên me wan kêmî xwe didît, hemû beziyan li hawara me hatin. Wan me rizgar kir. Wan ji me re xwarin û avê anîn.”    KURDAN ABDULKADÎR LI MATMAYÎ HIŞTIYE    Li bajêr ji ber rakirina kavilan, her der ji ber tozê bûye mîna mij. Abdulkadîr ku bi tankêrê avê dikişîne ser kavilan rastî min hat. Abdulkadîr li dersxaneyek taybet mamosteyê biyolojiye ye û 15 roj di xebatên kavilan de kar kiriye. Gelek xizmên wî canê xwe ji dest dane û gelek ji wan birîndar in. Niha ji bo alîkariyê li ser tankêra avê ya şaredariyê şofêriyê dike.    Abdulkadîr hîn bû ku ez ji Ajansa Mezopotamyayê hatime Mereşê demildest pirs kir, “tu ji Amedê hatiyî?” Min got belê, lê min got ez ji Mêrdînê hatime. Tavilê dest bi serpêhatiyê kir: “Li gorî tu ji Mêrdînê hatiyî tu kurd î. Ez bi xwe ulkucu me. Malbata min îslamkarên siyasî ne. Dengê xwe didin AK Partiyê. Keko vê pêvajoyê gelek tiştan nîşanî me da. Rojhilat her tim cuda nîşan dan. Me her tim digot kurd xerab in. Wisa ji me re qal kirin. Lê kurd hatin vir û bi dil û can xebitîn. Bi kurmancî diaxivîn lê bi yek ruhî dixebitîn. Ji Wanê, Mêrdînê, Amedê mirov hatin hawara me. Ewilî ew hatin. Min fêm kir ku divê ev mirov di dilê me de bin. Her tim me ji hev cihê kirine. Her tim dijminatiyê xistine navbera me.”   Dema ku Abdulkadîr xatirên xwe jî ji min dixwaze, wiha dibêje: “Keko derbarê bajarê me de tiştên xwe binivisîne. Ev der ne mîna ku qala wê tê kirinê ye.”