Bi valakirina kavilan herêma Mamûrekê jehrî dikin 2023-03-10 10:33:50 MELETÎ - Hevberdevkê MALÇEP’ê Ramazan Derîn bertek nîşanî valakirina kavilên li herêma Mamûrekê da û got: “Heke wisa bidome dê hemû hawirdora Meletiyê were jehrîkirin.”    Kavilên ji navenda Meletiyê tên rakirin dibin herêma Mamûrekê ku gundên kurdên elewî ne tên valakirin. Xelkê van gundan nerazîbûn nîşanî valakirina kavilan dide. Hevberdevkê Platforma Parastina Hawirdorê ya Meletiyê (MALPÇEP) û rêveberê Komeleya Parastina Xwezayê ya Şîro (Poturge) Ramazan Derîn nerazîbûn nîşanî valakirina kavilan da û got ev yek rê li ber felaketên nû vedike.    DÊ HEMÛ MELETÎ JEHRÎ BIBE    Derîn valakirina kavilan a li herêma Mamûrekê weke 'hilweşîna ekolojîk' bi nav kir û got: "Li tevahiya jiyanê mudaxile heye. Destdirêjî li jîngehên ajalên kedî û kovî tê kirin, ev rewş digihîje astên tirsnak. Ji bo çareseriyê divê teqez xwe bi rêxistin bikin. Divê em li hev kom bibin û gel jî di vê xalê de pêşengiyê bike. Divê rêxistin û komeleyên xwezayê û partiyên siyasî bikevin nava liv û tevgerê. Heke bi vî rengî berdewam bike, ne tenê 16 gundên herêma Mamûrekê, tevahiya derdora Meletî dê jehrî bibe.”    FELAKETA RAST DÊ JI NIHA ŞÛN VE DEST PÊ BIKE    Derîn anî ziman ku karesata erdhejê rû daye û wiha got: “Ji ber vê erdhejê gelek kes jiyana xwe ji dest dan û karesateke mezin a xwezayê pêk hat. Lê belê karesata rast wê piştî erdhejê dest pê bike. Çimkî tespît û çavdêriyên me vê yekê bi zelalî derdixin holê. Pêvajoyeke ku bi Mamûrekê dest pê dike heye. Girîng e gel û hawirdorparêz li ber van rewşan bisekinin.”   DÊ GILÎ BIKIN    Derîn diyar kir ku dê derbarê berpirsyaran de gilî bikin û wiha got: “Ev hewldan tenê ji bo parastina jiyanê ne. Parastina siberoj û xeyalên zarokên xwe erkê me yê mirovî û wijdanî ye. Em dixwazin her kes di vê mijarê de bi berpirsyarî rabe.”Bir    MA / Dilgeş Ruvanas