Dê dev ji Samandagê bernedin 2023-03-10 10:56:06   HATAY - Mexdûrê erdhejê ku li Samandagê ji malbata xwe 5 kes winda kir, wiha got: “Ma mirov dê çawa dev ji xaka xwe berde? Em li vê derê ne, dixwazin li vir bin.”    Malbata Demetgul li Kolana 103’an a Taxa Cumhuriyetê ya Samandag a Hatayê dijiya. Di erdhejê de qata ewilî ya avahiya wan a 3 qat ku ji 6 daîreyan pêk dihat hilweşiya. Di bin kavilên avahî de ji heman malbatê Aycan, Meryem, Ceylan, Devîrdag û Gamze Demetgul jiyana xwe ji dest dan.    Bi herifîna malê re endamên malbatê yên mayî 3 rojan li riwekxaneya cem baxçeyê pirteqalan man. 20 roj piştre ji malbatê re kon hatin şandin û malbatê konê xwe veda û li wir dijî. Ji endamên malbatê Îsmaîl Demetgul diyar kir ku biraziyên wî dema di bin kavilan de banga “Mamo me ji vir xelas bike” lê kirine û dike û nake nikare van dengan ji bîr bike. Bi domdarî Demetgul ev tişt anî ziman: “Lingê jinbiraya min di bin stûnan de asê mabû. Me cenazeyê wê derxist û piştre jî me cenazeyên biraziyên min ji bin kîrîşan derxistin. Em li her deverê geriyan. Tîma AFAD’ê 3 roj piştre hat. Gotin; ‘deng tune ye, heke deng nebe em nikarin li vir bisekin’ û çûn. Piştre jî kesên dilxwaz ên hatin vê derê dîwar şikandin, ketin nava avahî. Ji pişt makîneya cilşûştinê ya li serşokê cenazeyê jinbiraya min û 2 keçên wê derxistin.”    ‘EM Ê LI VÊ DERÊ BIMÎNIN’   Demetgul, avahiyê xwe yê 2 metreyan ber bi rexê dara pirteqalê ve tehisî nîşan da û axaftina xwe wiha qedand: “Du biraziyên min reviyan derve û xwe xelas kirin. Rapora ‘pirxesar’ dan mala me. Em li bendê ne ku kavil bên rakirin. Av û ceyran tune ye. Alîkariya heyî jî kesên dilxwaz didin. Heke ev kavil bên rakirin, em ê li ser xaka xwe bimînin. Ma em ê dev ji vê derê berdin û bi ku de biçin? Ma mirov dev ji xaka xwe ber dide? Lewma em li vê derê ne, dixwazin li vê derê bin.”    MA / Eylem Akdag - Mujdat Can