Lehî û erdhej li vî gundî dibin sedema felaket û xetereyê 2023-03-10 11:18:36   DÎLOK - Gundê Kayibaşi yê Islahiyeyê ku di erdhejê de xesarek mezin lê çêbû, ji ber erdhejê kevir û tatên mezin ketine ser rê û hê jî xetereyê çêdikin.    Li gundê Kayabaşi yê bi ser navçeya Islahiyeya Dîlokê ve ji ber dijwariya erdhejê kevirên mezin û tatên ji çiya gêr bûne hatine li ser rêya sekînine û rê hatine girtin. Ji ber rê hatine girtin û şertên hewayê sê rojên ewilî xwegihandina gund çênebûye û bi helîkopteran bi awayek sînordar alîkarî hatiye kirin. Piştî sê rojan rê hatiye vekirin û alîkariya xelkê hatiye kirin. Hê jî bi awayek têrkirî pêdiviyên xelkê gund bicih nehatine û her çiqas kevir û tat hatibin rakirin jî lê ji ber şiliyê xetereye heye ku dîsa kevir û tat bikevin ser rê.    Li gund 30 welatî di bin kavilan de jiyana xwe ji dest dane. Gelek malên gund hilweşiyane û sewalên gundiyan jî mirine. Xelkê gund di konan de dimînin û hewld didin tiştên wan di bin kavilan de mane rizgar bikin.    FELAKET LI SER FELAKETÊ LI GUND ÇÊDIBE   Yusuf Koç ê ji gundê Kayabaşi diyar kir ku ji ber erdhejê rêya gundê wan hatiye girtin û sê çar rojên ewil kesî xwe negihandiye gund û tenê helîkopterê alîkarî gihandiye wan. Koç da zanîn ku di 1996’an de lehî li gundê wan rabûye û hem kesan canê xwe ji dest daye hem jî mal û milkê xelkê zirar dîtiye û niha jî heman xesar di karesata erdhejê de çêbûye. Koç got divê gundê wan ji vir bê rakirin û li cihek ku xeta vayê lê derbas nabe bê avakirin.    METIRSIYA WAN DIDOME    Koç anî ziman ku ew di konan de zehmetiyan dikişînin û têr nikarin xwe bişon û hîjyenî çênabe û heke dewlet tiştek ji bo wan neke ew ê xwe bi xwe tiştekî bikin. Koç diyar kir ku ji bo xaniyê wan rapora “dikare bê rûniştandin” dane û tevî vê yekê jî ew bi tirs dijîn û di wê metirsiyê de ne ku dîsa kevir û tat bi ser xaniyên wan de hilweşin.    MA / Delal Akyuz