Malbata Şenyaşar: Ya ku hezê dide me baweriya me ye 2023-03-10 12:12:51   RIHA - Malbata Şenyaşar ku Nobeta wan a Edaletê 2 sal li pêy xwe hişt û ket sala 3’yan li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal ev peyam parve kir: “Ya ku hezê dide me bawerî û mafdar bûna me ye.”   Xizm û parazvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kir. Di encama êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Li ser vê yekê Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar di 9’ê adara 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kirin. Çalakiya Malbata Şenyaşar di roja 718’an de berdewam dike.   NOBETA EDALETÊ KETE SALA 3’YAN   Nobeda ku dayik Emîne Şenyaşar ji ber nexweşiya xwe nekarî beşdar bibe kurê wê Ferît Şenyaşar domand. Malbata Şenyaşar li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal ev peyam parvekir: “Nobeda me ya edaletê 2 sal li pêy xwe hişt. Ya ku hezê dide me bawerî û mafdarbûna me ye. Em ji bo piştevaniya Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê û hemû sazî û dezgehên ku piştgirî dan me spasiyên xwe pêşkeş dikin.”