Danişîna Ercan ê ji tacîzkirina xwendekaran tê darizandin hate taloqkirin 2023-03-10 13:19:05   ŞIRNEX - Danişîna duyemîn a doza der barê Cîgirê Midur Bûrak Ercan ê ji taciza zayendî li 43 xwendekaran kir ceza lê hate birîn bi hinceta “kêmasiyên dosyayê bên temamkirin” hate taloqkirin.    Cîgirê Midurê Lîseya Anatoliya ya Navendî ya Cizîrê û Nûnerê Egîtîm Bîr-Senê Burak Ercan, di sala 2018’an de li Cizîr a Şirnexê tacîza zayendî li 43 xwendekaran kir. 22 meh û 15 roj cezayê hefsê yê di doza Ercan lê dihat darizandin de hatibû birîn ji aliyê Dadgeha Îstînafê ve hatibû pejirandin.   DOZA DUYEMÎN    Derbarê Ercan de bi gilîkirina 5 xwendekaran ji sûcên “Tacîza zayendî”, “Bi dest avêtinê îstîsmara zayendî ya zarok” û “Îstîsmara zayendî ya hesan” doza duyemîn hatibû vekirin. Danişîna 4’emîn a dozê îro li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Cizîrê hate li dar xistin. Endamên Sendîkaya Kedkarên Zanîst û Perwerdehiyê (Egîtîm-Sen) û parêzerên xwendekaran tev li danişînê bûn. Bersûc Ercan jî ji bajarê ku lê dimîne bi rêya SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû.    Parêzerên xwendekaran bi nivîskî beyana xwe dan û xwestin bersûc bê cezakirin. Dozger di mutalaaya xwe ya navberê de xwest şahid bên guhdarkirin û bersûc li danişîneke din bê amadekirin. Şandeya Dadgehê, biryar da ku kemasiyên di dosyayê de bên temamkirin û xwendekarên di dosyayê de ne danişîneke din bên amadekirin.   Şandeyê daxwaza amadekirina îdîanameya nû ya di çarçoveya beyanên yek ji xwendekaran S.T. de qebûl nekir û danişîn taloqî 13’ê nîsanê kir.