Kiliçdaroglû: Gelo dewleta sosyal ne niha be wê kengê be 2023-03-10 15:01:28   MELETÎ - Kemal Kiliçdaroglû piştî bû namzetê Tifaqa Milet ewilî berê xwe da herêma erdhejê Meletiyê. Kiliçdaroglû got: “Heke dewlet niha sosyaliya xwe neke gelo wê kengê bike. Divê demildest birîn bên pêçandin.”   Namzetê Tifaqa Milet Kemal Kiliçdaroglû li gel Şaredarê Enqereyê Mansûr Yavaş û parlamenterên CHP’ê serdana herêma erdhejê Meletiyê kir. Kiliçdaroglû li Meletiyê bi karsazan re civiya û li pirsgirêkên karsazan, esnafan û cotkaran guhdar kir. Kiliçdaroglû û şandeya pê re serdana mexdûrên erdhejê jî kir.    Kiliçdaroglû li Meletiyê axivî û wiha got: “Dewleta sosyal niha sosyaliya dewletê neke gelo wê kengê bike. Divê demildest birîn bên pêçandin. Hê jî pêdivî bi konan û konteyniran heye. Kî konteynir, konan hildiberîne û heke bêje, ‘em mişteriyan nabînin’ bila agahî bide me. Em ê demildest bikirin û bişînin herêmên erdhejê. Divê demildest pêdiviyên mexdûrên erdhejê bên bicihanîn.”