Ji Serokê YSK'ê daxuyaniya roja hilbijartinê 2023-03-10 16:08:04   NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê YSK'ê Ahmet Yener diyar kir ku roja hilbijartinê 14'ê Gulanê hatiye diyarkirin.   Serokê Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) Ahmet Yener, piştî biryarnameya ku Serokê Giştî yê AKP'ê Serokkomar Tayyîp Erdogan îmze kir û di Rojnameya Fermî de hat weşandin, têkildarî dîroka hilbijartinê daxuyanî da. Yener anî ziman ku hilbijartina giştî ya parlamentoyê û hilbijartina serokomariyê dê di 14'ê Gulanê de bên lidarxistin. Serokatiya YSK'ê ragihand ku heke hilbijartin bo tura duyemîn bimîne, biryar dane ku di 28'ê Gulanê de hilbijartina tura duyemîn a Serokkomariyê were kirin.