Dayika girtî di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest da 2023-03-10 23:23:32       AMED - Dayîka girtiyê 30 sal ceza lê hatiye birîn Mahfûz Dorudemîr Halîse Dorudemîr ku li konbajêra li ser Rêya Farqînê ya Amedê dimîne, gava xwest biçe aliyê din ê kolanê wesayîteke ku tê gotin xwediyê wê polîsek sivîl e lêxist.   Dayika girtiyê 30 sal cezayê hefsê lê hatiye birîn Mahfuz Dorudemîr Halîse Dorudemîr ku li konebajêra li ser rêya Farqînê ya Amedê dimîne, gava xwest biçe aliyê din ê kolanê wesayîta ku tê gotin xwediyê wê polîsekî sivîl e lêxist û Dorûdemîr li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da. Her wiha hat hînbûn ku ciwanekî xwest alikariya Dorûdemîr bike ku wê ji derbasî wî aliyê kolanê bike jî bi giranî birîndar bû. Ciwanê ku navê wî nehat hînbûn rakirin Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê.    Cenazeyê Dorudemîrê jî birin Saziya Tiba Edlî (ATK).   Hat diyarkirin ku ajokarê wesayîta ku tê îdîakirin polîsekî sivîl e li cihê bûyerê hat binçavkirin û der barê bûyerê de lêkolîn hat destpêkirin.   Rêya ku qeza lê pêk hat ji çûnhatina wesayîtan re hat girtin.