Nazim hê jî 19 salî ye: Pênûsa wî her dinivîse 2023-03-11 09:08:35 RIHA – Nûçegihanê Ozgur Gundemê Nazim Babaoglû 29 sal berê ji bo nûçeyekê çûbû Sêwregê, lê ji wê rojê heya niha winda ye. Çendî heya niha der barê windakirina wî de lêpirsîneke çalak nehatibe kirin jî, lê pênûsa wî ne winda ye, di destê hevpîşeyên wî de her tim dinivîse û radigihîne.   Di ser windakirina nûçegihanê Ozgur Gundemê yê Rihayê Nazim Babaoglû re 29 sal derbas bûn. Babaoglû di 12'ê adara sala 1994'an de ji bo nûçeyekê  çûbû navçeya Sêwregê ya Rihayê. Babaoglû, piştî çûbû Sêwregê êdî venegeriyabû û ji wê çaxê heya niha tu xeber jê nehatine girtin. Tevî serdan û hewldanên malbatê jî aqübeta Nazim Babaoglû 29 sal in eşkere nebûye. Tevî şahid û îfadeyan jî lêpirsîneke bi bandor nehat kirin û ji ber vê tu encam nehat girtin.   Piştî windakirina Babaoglû hat îdiakirin kirin ku yê ku ji bo nûçeyê li Babaoglû geriyaye û gotiye "were Sêwregê" nûçegihanê Ajansa Anadolûyê (AA) Mûrat Yogûn bûye. Lê Yogûn paşê ev yek qebûl nekiribû. Piştî demekê Yogûn mala xwe bar kiribû û çûbû Stenbolê û derketibû holê ku Yogûn ji Serokê Partiya Aştî û Demokrasiyê (DBP) yê Stenbolê yê wê demê Îhsan Avcî re gotiye, "Ez dikarim her tiştî îtîraf bikim, lê ewlehiya min tune ye. Heke min bikin şahidê veşarî ez bibêjim." Lê tevî vê yekê jî Yogûn wekî şahid nehatibû guhdarkirin.    EW LI MALA SEDAT BÛCAK DÎTINE   Babaoglû ku piştî salekê li Stenbolê xebitî û vegeriya Rihayê, li vir gelek nûçe çekirin. Nazim 2 roj beriya windakirinê li ser cerdevanên eşîreta Bûcakan nûçeyek çêkir û di nûçeya xwe de eşkere kir ku cerdewanên Bûcakan destdirêjî kirine. Ev nûçeya wî bi sernavê "Cerdevanên destdirêjîkar' bû manşeta rojnameyê. Piştî ku Babaoglû hat windakirin, Azîz Taşkaya, birayê Huseyîn Taşkaya ku di sala 1993'an de hatibû windakirin, gotibû "min Nazim li mala Sedat Bûcak dîtiye. Lê tevî gotinên wî jî der barê bûyerê de lêpirsîn nehat destpêkirin.    ENDAMÊ BERÊ YÊ JÎTEME ÎTÎRAF KIR   Adin Sevînçê ku di sala 1993'an de li Rihayê ji bo JÎTEM'ê xebitiye di sala 2011'an de ji Girtîgeha Erziromê faksek ji Baroya Rihayê re şand û mikur hat ku Babaoglû hatiye rewandin û pişt re jî hatiye qetilkirin û veşartin. Piştî vê mikurhatinê Rêveberên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê ji bo hevdîtine çûn Erzorimê, lê kirin nekirin nikaribûn hevdîtinê bi Sevînç re bikin.    ÇATLI GEF LI BAVÊ WÎ XWARIYE   Cemal Babaoglû, birayê Nazim Babaoglû, di sala 2021'an de ji Ajansa Mezopotamya (MA) ye re axivîbû û wiha gotibû: "Bavê min piştî ku Abdûllah Çatli di televîzyonê de dît, got yê ku di TEM'ê de gef li min xwarin ew bû. Wê demê dewlet ketibû pêy Abdûllah Çatli û ji ber komkujiya Bahçelîevlerê cezayê îdamê lê hatibû bîrîn, lê tevî vê yekê jî wî bi rihetî dikarî li Kurdistanê bigere û bikevê TEM'ê."   BÊ ENCAM MA   Doza Nazim Babaoglû jî wekî hemû dozên "kiryar nediyaran" ên li Kurdistanê çêbûn, bê encam ma. Tevî şahid û îtîrafan jî lêpirsîneke bi bandor nehat kirin. Di sala 2014'an de jî ji ber wext di ser re derbas bûye, dosye hat girtin.   XEYALA NAZIM   Nazim di sala 1975'an de li navçeya Sêwrega Rihayê ji dayik bû. Babaoglû piştî ku Lîseya Bazirganiyê qedand, ji bo rastî di taritiyê de nemînin li rojnameya Ozgur Gunedemê dest bi rojnamegeriyê kir. Babaoglû salekê li Stenbolê stajyerî kir û pişt re wekî nûçegihanekî vegeriya Rihayê. Li navçe, gundên Rihayê ket pey şopa rastiyan û gelek heqîqet derxistin holê. Ji xeyalên Babaoglû yek jê jî, dixwest bibe Pîsporê Nûçegihaniya Rojhilata Navîn.    ÇAVÊ DAYIKA WÎ LI RÊ MA   DayikaMakbûlê Babaoglû, dayika Nazim Babaoglû, di sala 2015'an de nameyek şandibû rûniştina 520'an a Dayikên Şemiyê û di nameyê de ji desthilatê wiha pirsîbû: "Heta hûn hestiyên kurê min nedin hûn ê çawa aştiyê bînin?" Çavê dayika Makbûlê her tim li rê bû, wisa hevî dikir ku Nazim dê rojekê were. Tenê daxwaza wê dîtina hestiyên Babaoglû bû, lê hêviyên wê di dil de man. Dayika Makbûlê di sala 2017'an de ji ber nexweşiya gurçikan jiyana xwe ji dest da.    EW HER TIM 19 SALÎ YE   Ji 7 xwişk û biryaên malê, Babaoglû biçûkê malê bû. Heke nehata windakirin îro wê 48 salî bûna lê ew her 19 salî maye. Ew jî weke gelek nûçegihanên rojnameya Ozgur Gundemê ji ber ku rastî derxistin holê bû hedefa dewletê û hat windakirin. Weke gelek bûyerên bi vî rengî ku di salên 90'î de li Kurdistanê qewimîn, doza Babaoglû jî tevî şahid û îtîrafan bê encam ma. Yên ku Nazim winda kirin di taritiya dîrokê de bi navên xwe winda bûn, lê penûsa Nazim di destê nûçegihanên Çapemeniya Azad de hê jî dinivîse.     MA / Mahmût Altintaş