Hewl dide bi textên ji bin kavil derdixe deriyê serşokê çêke 2023-03-11 09:42:14   SEMSÛR - Mahmût Acar ê ku di erdhejê de malbata wî jiyana xwe ji dest daye got: “Ez texteyan ji bin kavil derdixim ku derî ji bo daşir û serşokê çekim. Di van du mehan de tenê min du car serê xwe şûştiye.”    Gundê Çimenkê yê bi ser bajarokê Balyana Semsûrê ve di erdhejê de ji 30 xaniyan 8 xanî hilweşiyan. Li gund 152 kes dijîn û 12 kes canê xwe ji dest didin. Gund li herêmek çiya ye û piştî rojan xwe gihandine gund.    CENAZE DI BIN KAVILAN DE SEKINÎN    Di erdhejê de xaniyên nû û yê kevn ê Mahmût Acar (57) hildiweşein. Acar diyar kir ku xaniyên gund hemû xesar dîtine û dayik û bavê wî û xezûr û xesiya wî di li mala wî di bin kavilê xanî de mane û jiyana xwe ji dest dane. Acar bi bîr xist ku ew bi saxî ji bin kavil derketiye û wan cenazeyê xwe sê roj şûnve ji bin kavil derxistine. Acar anî ziman ku ji ber kevir ketibûn ser rê rêya gund hatibû girtin û AFAD’ê piştî 10 rojan xwe gihandiye wan. Acar diyar kir ku bi rojan ew bêçare mane û rayedarên dewletê piştî 15-20 rojan li hawara wan çûne û kavilan lêkolîn kirine û tespîta xesaran kirine.    TENÊ NAVÊ KONTEYNIRÊ HEYE    Acar da zanîn ku ji aliyê Tirkiyeyê alîkarî hatiye û lê dewletê tu tiştek nekiriye û got: “Gotin wê konteyniran bidin, me jî serlêdan kir û serlêdana me bi erênî bi encam bû. Lê navê konteynirê heye lê konteynir li holê nÎne. Em bi derfetên xwe li ser pêya dimînin. Ez hewl didim ji binê kavilên xaniyên xwe textan derxim û ji bo daşir û serşokê re derî çekim. Heke konteynir bidana me hewcehî bi daşir û serşokê nedima. Mehek bi ser erdhejê re derbas bû min tenê du caran serê xwe şûştiye.    HEQÊ XWE HELAL NAKIM    Ez dixwazim viya jî bêjim çima ez ê heqê xwe helal bikim? Ez helal bikim jî helal nabe. Tiştek ji bo min nekirine ku ez heqê xwe helal bikim. Ewqas qurbanî hene, ewqas hilweşandin heye.”    MA / Omer Akin