Mexdûrê erdhejê: Pirsgirêka avê nehatiye çareserkirin 2023-03-11 09:44:04 SEMSÛR - Fehmî Un ku di erdhejê de xizmên wî jiyana xwe ji dest dane, anî ziman ku ew 9 kes di konekê de dimînin ku dilxwazan ev kon daye wan û got ku hê jî meseleya avê nehatiye çareserkirin.     Li Semsûrê ku di erdhejê de hilweşiyaye, her kavilek wê çîrokeke trajîk e. Fehmî Un ku di erdhejê de birayê wî, jibira wî û 2 biraziyên wî jiyana xwe ji dest dane, tiştên hatine serê wan gotin.    ‘MA KA EM DIKARIN STÛNAN RAKIN?'   Un bilêv kir ku mala birayê wî ya li Semsûrê serobino bûye û got: "Gava erdhej çêbû, me nizanibû em ê çi bikin. Em zûzûka ji malê derketin. Gava erdhej çêbû hema birayê min ew hatin bîra min. Avahiya wan pir kevn bû. Avahiya wan 5 qatî bû ew di qata ewil de diman. Gava em çûn ber avahiya wan, xanî serobino bûbû. Me bi tu awayî xwe negihand wan. Birayê min, hevjîna wî û 4 zarokên wî di bin kavilan de bûn. Me 4 rojan li ber xwe da, lê ka quweta me têra rakirina stûnan dike? Ma gazî AFAD'ê dikir, digotin 'biçin ji walîtiyê dorê bixwazin.' Mirov di bin kavilan de bûn, ma wextê dorgirtinê bû ji walîtiyê?"    ‘EM BI ROJAN JI BO HEMÛ MIROVAN GIRIYAN'   Un destnîşan kir ku AFAD nehatiye cihê kavilan û got: "AFAD, gava ji bo rakirina kavilan hat, 3 roj derbas bûbûn. Ji ber ku dereng hatin me kemçe xwest, lê wê jî nedidan. Em bi quweta xwe dixbeitîn, lê me ew xelas nekirin. Me di roja 5'an de ew ji bin kavilan derxistin. Ên mirin hemû xizmên me bûn. Tenê ne ji bo birayê min û malbata wî, em ji bo hemû mirovan bi rojan giriyan. Öşeke gelki mezın e."    ‘AFAD'Ê KON NEDA'   Un bilêv kir ku nêzî 4 hezar kon hatine Semsûrê û bi roja  kon xwestine, lê ancax di roja 15'an de ji cihê kar ê keça wî dilxwazan kon ji wan re aniye û wiha domand: "Navê AFAD'ê li ser konan heye, lê tiştek ji me re nekirin. Kona niha em tê de ne jî dilxwazên ji kargeha keça min anîn dan me. AFAD'ê tu tişt neda me. Me kon dan, lê tu titş tê de tune ye. Alîkarî tê, lê dibêjin 'em ê du roj bi şûn de belav bikin.' Ma sibeha vî tiştî heye? Mesele ne ku tu kon deynî û herî."    Un destnîşan kir ku divê dewlet demildest pirsgirêkên li herêmên erdhejê çareser bike û got: "Em di bin kavilan de ne, lê yên ditrisin dîsa em in. Dewlet divê pirsgirêkên li vir çareser bike. Hevjîna min nexweş e, em 9 kes di konekê de ne. Dewlet demildest divê alîkariyê bike. Meseleya avê dewam dike. Enerjiya tavê tune ye, em nikarin serê xwe bişon. Ger wisa bidome, dê pirsgirêk çarser nebin. Êdî dê û bav tune ne. Demildest divê alîkarî bê kirin."    MA / Zerrîn Sargût